Break newsRagehandinslide

Lêdwana Nûneratiya Herêma Kurdistan, ya ENKS derbarî Şerê navbera Hêzên PDK  û PKK

Siba Yekşemê 24/5/2015)), Hêzeke çekar ser bi PKK ve (Gerêla), li naûça KELEŞÎN, êrîş bire ser komelek ji Pêşmergên Partî Demoqratî Kurdistanî Îran (PDKÎ), di encam de Şehîd (Qadir Kerîmî) canê xwe ji dest da, û çend birîndar jî hebûn ji aliyê PDKÎ ve, ku ne xwest têkeve Şerê bira kujî yê rûreş, di demkê de ku Nawçe bi tevayî, û herêmên berfireh ji Kurdistana Sûriya û Îraq ketine ber êrîşên tîroristî ji alê DAIŞ û Hêzên tariyê yên din, ku hebûna Miletê Kurd li ser Qada wiya dîrokî kiriye armanc û nîşan.

Yê me, di dema ku em vê birakujiyê pirotisto rûreş dikin, ji ber ku xizmeta dijminê Miketê kurd dikê, di vê demê de em doza siknandina vî şerî dikin bilez, û li gel hev li dor mêza diyalogê danîşin û rûnin, ji bo çareserlirina kêşên Siyasî bi lihevkirin li şûna çareserkirinê bi zora Hêzê û çekan, û tehrîmkirina Xwîna Kurd ji bo her sedemekê be, tawanbarkirina aliyên ku dibin sedemê rijandina vê xwînê.

Em buhihtşê ji Şehîd (Qadir Kerîmî), re dixwazin, û saxlemî û tenduristiyê ji birîndaran re di xwazin, da ku vegerin meydana Xebatê şan bi şanê Hevalên xwe ji bo ruxandina Rêjîma Kevneperest ya Îranî, û avakirina Sîstemeke Demoqrat û Fedral, hemî mafê Miletê Kurd têde were Parastin

25/5/2015

Nûneratiya Herêma Kurdistan, ya ENKS

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button