Break newsNûçeslide

Ahengek kêfxweşiyê bo zarokên qamişlo

Yekîtî Mîdiya – Qamişlo

Bi dawîbûna werzê xwendinê li kurdistana sûrî û bi sedema rewşa xerab ya ku sûrî têde derbasdibe û bi taybet rewşa herêma kurdî ,ku bandorek neyênî li ser zarokan dike şaxê rojhilatî qamişlo ya jinên partiya yekîtî ahengeke kêfxweşiyê ji zarokên bajarê qamişlo re çêkirin roja şemiyê 23/5/2015 li navenda silêman adê.

Di vê ahengê de gelek pêşbirkên zarokan hatin pêşkêşkirin ku di ware leystikan de û hin jî di ware fêrkirinê de û di heman demê hinek xelat hatin dabeşkirin li ser zarokên beşdar ji aliyê rêxistina jinêve.

Şefaa ismail yek ji jinên ku ev aheng lidarxistibûn ji yekîtî mîdiya re axivî û got : mebesta me ji vê ahengê ewbû ku em kêfxweşiyê bixin dilê zarokan û wan ji vê rewşa xerab dûr bixin.

Tê zanîn ku gelek rêxistinên partiya yekîtî bi van çalakiyên vî rengî ji zarokanre pêşkêş kirin jibo kêfxweşiyê û rehetiyê bixin dilê wan de

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button