Break newsNûçeslide

Destdanîna Daişê Li Ser Tedmurê Pêlangêriya Esed û Têkçûna Istratijiya Hevpeymaniya Navdewletî  Diyar Dike 

Serokê  Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce tekez kir ku destdanîna Rêxistina Dewlata tirorist li ser bajarê Tedmura şûnwarî li gundewarên Humsê ” Nîşaneke nû ye ji hêsankirinên ku rejîma Esed ji rêxistinên tirorist re pêşkêş dike bo lêdana hêzên şoreşê, têkbirina rastiya wêneya wê, xistina xelkên Sûrî pêş  nereastiya (Yan Esed û Yan Daiş), û diyarkirina rejîmê mîna hevparekî di şerê tirorê de”.
Xoce got ku ev destdanîn herweha :” Sûdewergirtina Esed ji rêxistinên tirorist di rêvebirî û rêdariyê de, ew ji hêleke dî ve nîşana berbitêkçûna hêzên Esed di berdewamiya destdanîna ser erd û saziyan e, û guhertina wan ber bi komin çete de ku tu armanc ji bilî pêşveçûna li ser stuwên millet ve tune ye”.
Herweha Serokê Hevbendiyê istratijiya hêzên Hevpeymaniyê wisa bi nav kir:” Eybek di hindirê stratijiya ku bikar tê heye, û çarenûsa wê têkçûn e eger piştgiriya Artêşa Azad a Sûrî neke û hevrêziyê pê re pêk neyne, ji ber ku ew hêza tekane ye ku dikare şerê tirora Esed û rêxistina Dewletê bike, û îroj ew vî tiştî dike,  bi pêwistiya pêkanîna hewcedariya xelkên Sûrî bi devereke aram , û piştgiriya Hêzên şoreşê bi çekên cûreyî ku aramiyê ji Sûryan re di gundên wan de misoger bike”.
Xoce tekez kir ku: ” Bûye ji erkê Civaka Navdewletî  gavin dijwar û bilez di vî alî de bavêje, bi taybet piştî destdanîna rêxistinê li ser jêderên taqetê li bajarê Tedmur, ku wê ev yek alîkriya wê di vegirtina wê de ber bi deverin mezintir ve bike, û xetin alîkarî û  istratîjî nû bixe nav destê wî.”
Xoca doza hevgirtina di riwê rejîma Esed, Rêxistina Daişê û milişiyên regezperist ku ji pişt sînoran hatine kir:” Ku êşa milletê Sûrî rawestîne, herweha tirora rêbazkirî a Esed û pêvekên wî ji rêxistinên tirorist û milişiyên regezperist ku li rex wî û li gor berjewendiyên wî şer dikin jî rawestîne”.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button