Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka û Kuba têkiliyên xwe yên dîplomatîk normal dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka û Kuba dixwazin têkiliyên xwe yên diplomatîk dest pê bikin û di vê çarçoveyê de jî her du welat dixwazin balyozxaneyên xwe li paytextên hev vekin.

Ajansa nûçeya Ruetersê îro di nêçeyekê de ragihand, Amerîka û Kuba ji bo pêwendiyên xwe normal bikin, dest bi  danûstandinên diplomatîk dikin.

Li gor nûçeyê, Washington û Havana dane xuyakirin, ku beşek ji rêkeftina navbera Serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokê Kubayê Raul Kastro gihîştiye encamê û ew dê li ser guftûgoyên xwe bo normalkirina têkiliyên diplomatîk ên navbera her du welatan berdewam bin.

 

Di vê çarçoveyê de her du aliyan dest bi guftûgoyan kirine da ku balyozxaneyan li paytextên hev vekin.

Li gor nûçeyê Amerîkayê tekez jî kiriye, eger Havana rê nede dîplomatên wan ku bikarin biçine derveyê paytxet, ew balyozxaneya xwe li wî welatî navekin.

Piştî ku desthilata Kêbayê ket destê Fidel Kastro û her wiha piştî krîza mûşekiya Kubayê di sala 1963 de, têkiliyên Amerîka û Kubayê di rewşeke normal de nîne û dîplomatên her du dewletan, nikarin ji paytextên hev derkevin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button