Break newsRaportslide

Girtina riya Diwelî ya Helebê bandoreke nerênî li bajarê Tiltemir dike

Yekîtî Media 4/1/2017

Girtina riya Diwelî ya ku sînorên Iraqî bi bajarê Helebê ve girê dida jiber sedemên ewlehî, bandoreke nerênî li jiyana xelkên bajarê Tiltemirê dike, jiber ku ew cihê bêhinvedanê bû û kirîna sotemenî û kelûpelên rêwiyan bû.

Derbarê vî mijarî , nûçegihana Yekîtî Media li Tiltemir raporek amadekir, têde diyar kir ku gelek bazirgan û xwediyên dikanan jiber girtina riya Diwelî ziyanek mezin gihişt wan, çiku ev rê jêdera serekî ya rizqê wan bû, lê niha ew hatiye girtin piştî derketina rêxistina Daişê û jiber sedemên ewlehî.

Tê zanîn ku bajarê Tiltemirê 40 km li rojavayê bajarê Hesekê dikeve, li ser çemê Xabûr û li ser riya Diwelî ku Helebê bi sînorê Iraqê ve girê dide.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button