NûçeslideUncategorized

Yekîtî Kurdistanî serokatiya herêma Kurdistanê li Nîçirvan Barzanî pîroz dike

Yekiti Media

Bi helkefta hilbijartina Nîçirvan Barzanî serokê  herêma Kurdistanê partiya Yekîtî

Kurdistanî – Sûriya  nameyek pîrozbahiyê  jê re şand.

Name

Rêzdar Nîçirvan Idrîs Barzanî serokê herêma Kurdistana Iraqê

Silav û rêz

hilbijartina te ji bo serokatiya  herêma Kurdistanê di perlimana herêmê de cihê kêfxweşiyê û bextwariyê bû li cem me, û bê guman ew yek encamê ked û tekoşeriya te ya ku bi dehsalan berdewam kir

Serok Barzanî

Gelê kurdistanê çavdêrê pêşrojeke geşe di riya cîbicîkirina piransîpên Dîmuqratiyê û azadiyê û ewlkariyê de, yên ku  hilgirê pirojeya Netewî serok Mesûd Barzanî cîbicîkir bû

Despêşxêriyên istratîcî di warê geşpêdanê û lipêxistinê de yên ku cenebê te pê rabibû li gel siyaseta abûrî ya aktîv û têkiliyên ku te li gel aliyên herêmî û navdewletî te li darxistibûn dema serokatiya te ji encumana wezîran re bandoreke wê  mezin li ser lipêşxistin û geşbûn û ewlekariya Kurdistanê hebû

Cenabê serok

Em serkirdayetiya partiya Yekîtîya Kurdistanî- Sûriya serokatiya te ji herêma Kurdistanê re li tevaya gelê Kurd pîroz dikin, û em geşbînin ku têkilyên me li gel partî Dîmuqratî Kurdistanî PDK di pêşerojê de bi hêztir bibin ji bo xizmeta gelê Kurd û cîbicîkirina bercewendî û armancên wî, û di heman helkeftê de pêşwaziya we ji penaberên Sûrî bi hemû pêkhatên xwe û piştgiriya we ji gelê Kurd li Sûriyê sipas dikin

Bi hêviya serkeftinê ji bo cenabê te di ber cîbicîkirina mafê gelê Kurd yê rewa de.

Qamişlo

29/5/2019

Komîta navendî ya  partiya Yekîtîya Kurdistanî- Sûriya

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button