NûçeslideUncategorized

Rêveberiya PYD nerxê berhemên cotkara erzan destnîşan dike

Yekiti Media

Rêveberiya Xweser ya ku ji hêla partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD ve hatibû Ragihandin  nirxê kirîna berhemên ceh û genim ragihand û ji ber diyarkirina nirxê kêm, nerazîbûneke mezin di nava cotkar û welatiyên Kurdistana Sûriyê de peyda bû.

Encûmena Rêvebir a Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku nirxê kirîna buhaya kîloya genim bi 150 Lîre Sûrî û buhaya kîloya ceh bi 100 Lîre Sûrî diyar kiribûn, di demekê de ku hikûmeta Sûriyê 1 kîlo genim bi 185 Lîre û ceh bi 135 Lîreyê destnîşan kiriye.

Ji ber cudahiya nirxê van berheman jî nerazîbûneke mezin di nava cotkarên Kurdistana Sûriyê  peyda bûye, nemaze ku Rêveberiya Xweser dê rê nade berhemên ceh û genim li derveyî herêmê bên firotan.

Tê zanîn ku Nirxê Îsal ne tenê ji nirxê ku hikûmeta Sûriyê destnîşan kiriye kêmtir e, lê belê ji nirxên sala bûrî jî kêmtir e ku 1 kîlo genim bi 175 Lîre û ceh bi 125 Lîreyan dihate firotin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button