Nûçe

Tirbespiyê.. Rêveberiya PYD’ê têlên hesinî yên li hawîrdora erdan rakirin

Rêveberiya PYD’ê û piştgiriya çekdaran, têlên hesinî yên erdên çandiniyê yên hemwelatiyên devera Tirbespiyê rakirin, bi hinceta ku nabe rewşa wê ya çandiniyê bê guhertin..

Nûçegihanê Yekiti Media li bajêr wiha got ku di roja şemiyê 19ê Pûşpera 2021an de, têlên hesinî yên erdên hin xelkên Rojavayê bajarê Tirbespiyê li ser riya Tirbespîyê – Qamişlo hatin rakirin ji aliyê Asayîşa bajêr û desteya Çandinî û Şaredarî û Sotemeniyê yên rêveberiya PYD’ê bi rêka mekanîzmayên girêdayî Şaredariyê, bi hinceta ku erdên çandiniyê nabe rewşa wê ya çandiniyê bê guhertin, û ji bo avahiyan yan bexçeyên taybet bê bikaranîn.

Herwiha nûçegihanê me diyar kir ku derbarê xwedîtiya erdê ji salan biryarên Dadgeha fermî li nik welatiyan hene, û wan erdên xwe parastin bi danîna stûnên hesinî yên bê tor e li hawîrdora erd..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button