Nûçe

Kobanê .. Welatiyekî Kurd di zindanên PYD’ê de jiyana xwe ji dest da

Duh roja pêncşemê 24ê Pûşberê hemwelatiyê kurd Hisên Hesen Ebas jiyana xwe ji dest da di zindanên PYD’ê de li herêma Kobanê ya Kurdistana Sûriyê.

Ebas ji bajarê Kobanê ye, 53 salî bû, berî heft mehan di gel malbata xwe hatin girtin wek barimte ta ku yek ji kurê wî xwe radestî rêveberiya PYD’ê bike.

Herwiha nûçegihanê Yekiti Media li Kobanê tekez kir ku malbata Ebas roja pêncşemê, termê wê hilgirtin ji nexweşxaneyê leşkerî ya Munbicê, û diyar kir ku biryar e, ew ê li gundê wî ” Bûraz” ya girêdayî bajarê Kobanê bi axê bê sipartin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button