Gotar

Tegihîştina Astana û ziyan / zirar ji bo opozisiona erebî û Rêveberiyê

Mohamad Jaman

Tirkiye ji ber gelek sedeman hewl dide ku bigihêje rêkeftinekê bi rêjîma Sûriyê re, ji wan :

piraniya xelkê Tirkiyê daxwaza vegera- penaberên Sûriyê bo welatê xwe dikin, û Serokomarê Tirkiyê jî bi yekê re ye.
Ji ber ku 4 çar milyon penaberên sûrî, nemaze piştî erdhejê wateyeke civakî û aborî giran da.

Lê rejîma Sûriyê lezê nake, ji ber ku tiştekî ku ji dest bide nemaye, ji ber vê yekê jî bi bêdengî tevdigere û şert û mercên xwe bi rêya aliyê sêyem – Rûsiya – pêşkêş dike. Eger tiştekî ji aliyê Tirkiyê werbigire, ev yek ji bo wî qezencek e û ji ber ku dibîne ku deriyên aramiyê li pêşiya wî bi ereban re vebûne.

Di encama van têgihiştinên hevbeş ên ku berî du rojan li Astanayê hatin belavkirin, ev tê wê wateyê ku rejîm bi hêz vegeriyaye ser sehneya herêmê, bi kêmanî, û li vir aliyên ku dijberiya wê dikin û ji bo lawazkirina wê dixebitin, dê ev alî têk biçim an lawaz bibin.

Ji ber vê yekê her du aliyên ku li Astana û Soçiyê bi piştevaniya hêzên Moskow û Tehranê li hev civiyan, ev tê wateya dûrxistina aliyên din, ango opozîsyon û rêveberiya xweser.
diyara ku ev herdu alî êdî bandoreke mezin li ser têgihiştina Soçî nakin .
ew ê rola xwe winda bikin û zincîre jî li stûyê wan were girtin û dê çarenûsek xirab bibînin. Herî kêm di çend salên pêş de para şêr dê ji bo Esed be.
Ev nexşerêyeke nû ye bo pêwendiyên di nav bera Rêjîm Syriya û Tyrkiya. Ev wê bi alîkariy Rus û Îranê be di pêşerojê de.

Ev tê wateya plansazkirina vekişîna Tirkiyê ji Bakurê Sûriyê, lê ev mijar dê gelek salan bidome, û ev yek jî dê bibe berdêla wergirtina rêjîmê ji herêmên din ên di bin destên Rêveberiya Xweser de

Opozisyonan rikberiya rêjîmê bûye gelek şax, dubendî û girêdayiyên gelek dewletan wan piştevaniya navdewletî û herêmî ji dest daye û xirabtirîn wêneya wê opozisyonê di nav komên çekdar ên leşkerî de xuya dike, ku di navbera xwe de şer dikin, herwiha dirav û pereyên xelkê talan dikin. mal û dar, rewşa nebaş a xelkê Efrînê li ser destê van pêkhateyan tenê belge kirin, ew bûne komên terorîst ên şerker û dûr ji berevanîkirina mafên gelê Sûriyê bi dûrketine û ji armancên şoreşê bê parmane.

Di vir de bê guman ku opozisyona Sûriyê li bakur-rojavayê Sûriyê êdî rola wê û biryar nemaye, û dibe ku Tirkiye bi rêya Rûsan hewl bide ku garantiyan ji rêjîmê werbigire ku hinan neçewisîne. yên dijberan û yên wekî wan, ev tê wê wateyê ku ew ê vegerin hembêza welat, wek ku rejîmê dibêje û di bin sîwana wî de be. Û tu bandor jêre namîne , belku dê bikeve nav dezgehên rêjîmê û dibe ku hin ji wan erkên sivîl hebin ji bo birêvebirina herêmên xwe. Şaredar, serokên qereqolan û hwd

Aliyê din ê zirara mezin bike, ew “xwerêveberî” ye, ez ji ber sedemek hêsan û eşkere dibêjim.
Rêveberîya xweser nikare li herêmeke erdnîgarî ya diyarkirî bi derdora xwe re têkilî bi cîrantiyeke baş bijî û di vê rewşê de ev rêveberî ji aliyê hemû derdora xwe ve tê redkirin.
Di warê rêjîm de Rêveberî wekî kurd dihesibîne , ku ji zozên xwe derketiye. peymana ku di destpêka damezrandinê de bi wê re hatiye kirin derketiye û ji ber ku bi dagîrkerên Amerîkî re hevkare, wê weke xayinê peymanan dibîne. Û hemû hewildanên ragihandinê yên ku rêveberî bi rejîmê re dike, çi bi dizî û çi bi eşkereyî, ew tenê red kirin .
Her wiha Tirkiye jî hema bi mantiqê rejimê lê dinêre, ji bilî wê jî wekî rêveberiyeke bi pêşengiya PKK terorîst ku ji bo û ewlekariya Tirkiyeyê tehdîd dibîne.

Têkiliya wê ya bi Başûrê Kurdistanê re jî wiha ye:
Rêvebirî li dijî başurê kurditanê kar dike, tevî ku Başur rêka
tekane ye bo alîray gelê me dike.

Lê Amerîka ew xwe dibîne ku hebûna wê li wan deveran demkî ye. Û li gor daxuyaniyên vê dawiyê yên balyozê berê yê Amerîkayê, James Jeffrey, ku wî got: Têkiliya me bi QSD’ê re taktîkî, demkî û demkî ye.” Ango Amerîka di derbarê herêmê û paşeroja wê de ti projeyek zelal nîne, lê li gel nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî dimîne ku şerê DAIŞê bikin.
Û balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Ford daxwaz ji Kongresa Amerîka dike ku divê Amerîka wan hêzan ji bakurê rojhilatê Sûriyê vekişîne, û sûnnî dikarin DAIŞê rawestînin, û divê Amerîka tenê piştgiriya avadankirin û aramiya wê navçeyê bike.
Di derbarê hebuna vê Reveberiyê de hinek kesayetî jê sûdê werdigirin û hin jî têne xapandin, piraniya xelkê êdî baweriya xwe bi wan naynin, tiştek bi dest bi dest xelkê nexistine. û yên gendel bi ser ketin. Gel vê yekê bêzar bûne û di encama îzolekirina herêmê û siyasetên wê yên aborî de, gihîştine asta birçîbûnê.

Ji ber vê yekê, aliyên ku di rêkeftina Astana ku di navbera Tirkiyê û rêjîmê de belav bu ye diyar dike ku opozisyona Sûriyê û Rêveriya xweser pişgirên xwe nemane.

Di encamnameyê de em kanin bêji ku têkçûna van her du aliyan ( Oposisyona erebî î û Reveberiya xweser ziraat her mezin li o êşiya esne ji ber sedemên navxweyî û derve ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button