Gotar

XWEDÊGIRAVî DİYASPORA KURD Û RÛREŞÎYEK

Di destpêka nivîsa xwe de,
kesayetên ku beşdarê xwepêşandana Lozanê bune pîroz dikim .

Mixabin di encama çalekîyek weha pîroz de,
defikek,
rureşîyek
û hezîmetek sîyaseta Bakur û Başur derketîye pêşberî me.

Ev rureşî,
ew dafik( xefik)
û ew hezîmet,
gelo
serkanîya xwe,
ji ku derê wergirtîye?

Ger mîrov li ser damezirandin û hebuna Rewenda (diyaspora) Kurdistanê bifikirin,
sedem derdikevin holê.

Çawa?
Bi qasî ku, em pê agehdarin,
gelek kurdperwerên dilsoz,
bi mehane li welat û derva yê welat,
xebata şermezarkirina Pêymana Lozanê didomînin .

Lê mixabin di encama xebata wan Kurdperwerên dilsoz de,
tenê bi qasî 150 kes di bin Ala Rengîn de beşdarî xwepêşandanê dibin .

Alîyê din;
PKK yî jî,
di bin wêneyê Öcalan de, bi qasî hezar kurdên neperwerdekirî mobilize dikin û di heman rojê de,
çalekîyek xwedêgiravî li dij Lozanê lidardixînin.
Lê naveroka çalekîya wan, di heman dem de pejirandina Lozanê ye.

Di çalekîya PKK ê de,
ji bo her çar perçeyên Kurdistanê cuda cuda Al( sembol) hatıne tanzim/ saz kirin.
Sembola miletê/ gelê Kurd Ala Rengîn tenê ji bo Başurê Kurdîstanê hatîye destnîşankirin
Ji bo Rojava, Rojhêlat û Bakur ê Kurdistan cuda cuda Al destnîşan kirine .
Ew helwest,
rasterast Pêymana Lozanê diecibîne( dipejirîne) û bandora 4 dewletên dagirker,
li ser her çar perçeyên Kurdistanê rewa dide nîşandan.
Perçekirin û parvekirina Kurdîstanê, bi sembolên cuda pesend dikin .
Tê zanîn her milet bi yek sembol, bi yek al tê temsîlkirin .

Ez wek kesek perwerdekar, şopîner û lêkolîner,
baş têderdixînim ku,
valahîhiştina meydanê ji PKK ê re ,
serkanîya xwe,
ji damezrandina Rewanda Kurd wergirtî ye.
Herweha,
Rewanda Kurd,
di destpê de seqet hat damezirandin.
Li welat û dervayê welat de, piranîya nunerên Dîyaspora yê,
ji kesên di navberê de,
ji kevne PKK eyî bune, û
ji krîpto’yan pêkhatibun .

Baş xuiya dike ku,
ew nunerên Dîyaspora yê,
heta îro li welat û li derva yê welat , ti xebatek berbiçav pêk neanîne .
Tenê, di protestokirina Pêymana Lozanê de cîh girtine.
Piranîya wan,
dualî dileyîzin.
ne bi Kurdperweran re,
bi Apo’cîyan re têkildarin.
Bi gor berjewendîyên xwe yên kesayetî tevdigerin.
An jî, di bin gef û santajên PKK ê de dijîn.

Baş tê zanîn ku, gelek aktorên di calekîya Lozanê de cîh girtibun,
di heman dem de, berpirsên sazîyên PKK bun .
Di salên borî de, di derbarê parastina sînorên dewletan de helwesta xwe eşkere kirîbun.
Gelo çawa dibe ku, heman aktorên PKK yî,
vêcarê Pêymana Lozanê şermezar bikin ?

Li gor min, ew kesayetên di diaspora Kurd de cîhgirtine,
potansêyelê Kurdên derva yê welat,
bi hêsayî arasteyê calekîya PKK ê kirin e û naveroka şermezarkirina Lozan’ê,
bi gor berjewendîyên dagirkeran û PKK ê provoke kirin e.
Herweha, hemî Kurdên dervayê welat li dij pêymana Lozan’ê nin .

Gelo çawa dibe ku, girsehîya Kurdên li dervayê welat, ne li gel dijberên Lozanê,
lê li gel alîgirên Lozan’ê dimeşin ?

Gelo ew Diaspora ku,
bi piştgirîya rayedarên Başur hatîye damezrandin,
di çalekîyek weha watedar de, çima nikare girsehîyek berbiçav berhev bike,
an lîstik heye?

Bi qasî ku, ez pê agahdarim,
ew 150 kesên dibin Ala Rengîn de Lozan şermezar kirine jî,
piranîya wan, ji kurdperwerên dervayê diaspora xwedigiravî pêkhatine .

Gelo ew Diaspora li ku derê ye û di xizmeta kê de ye?
Giranîya wî çend kîlo ye?

Di encamê de dikarim bibêjim ku;
Rawenda ( Dîaspora ) Kurd ya ku bi alîkarîya hinek rayedarên Başurê Kurdîstanê hatîye damezrandin li ser suc hatîye girtin.
Sazîyek, biguman e.
Ne ji bo berjewendîyên miletê Kurd e,
bi zanatî an nezantî,
ji bo berjewendîyên PKK ê xizmet dike . Ev rewş
divê bête betalkirin/ ( rawestandin).
Ji bo organîzekirina diasporayek rasteqîn, Kurdperwerên Welat û derva yê welat xebatek nu bimeşînin / destpêbikin.
Divê rayedarên Başurê Kurdîstan jî,
êdî dev jî tevşolêxistina lingê xwe berdin !.

Omer Ozmen
Perwerdekar- Lêkolîner

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button