Gotar

Hejîra Çavnebar

Şiyar Silêman

Hebû darek hejîran

Bibû diya feqîran

Bi êmîş û bi ber bû
Ew pir bi xwe bawer bû

Siya wê pir berîn e
Tîna rojê dişkîne

Gundî lê dibûn mêvan
Bi govend û bi dîlan

Kêfa wan wê dişopand
Ji xweşiyê dilîland

Roj bi roj û dem bi dem
Şahî lê bû kul û xem

Darên li derdora wê
Guh didan serbora wê

Ji wan re got: Hevalno!
Xwişkên şêrîn, delalno!

Çi nervînek xerab e
Êdî çavê’m bar nabe

Sî û ber tev yên min in
Xelk dilxweş û devken in

Nema didim hejîran
Çiqlan dikim wek tîran

Nema pelan şîn dikim
Ji xweşyê re ez rik im

Ked û westan ya min e
Xweşî ya kesên din e

Dem guherî bû buhar
Xemilandin gul û dar

Lê hejîra çavnebar
Ji dexsan maye bêbar

Ne pel hene ne êmîş
Maye wek şilfek qamîş

Cotkarî hat lê nerî
Dil bi kul û çav girî

Go dara min hişk bûye
Êdî tenê ardû ye

Ew qet kir û şewitand
Ji biharê qewitand

Jiyan merd û çavtêr e
Divê tu lê binêre

Yê dexsok û çavnebar
Dibe arya li pey ar

Raman ji helbesta) “Eltînetu Elhemqa” ya helbestvanê Libnanî Îliya Ebûmadî ye.)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button