Gotar

Çima dilreşî?

Adilê Evdile

Kîn, rik û dilreşî, ev hemî alûzî, pirsgirêk û nexweşî ne, di nav gelan de, û her û her berdewam û gir û pirr dibin weke guloka berfê, di nav civat, gel û miletan de, û li pey xwe nexweşî, hevrik? Alûzî, dijminahî û hejariyê tînin. Egerên dil reşiyê evin: nezanîn, hozîtî, êlîtî, ol, semyan malbatî, hejarî, nicadî, destdirêjî û partîtî di nav wextên nûde, her navnîşanek ji vanên bûrîn, dibin mijarek û babetek ku li ser bête avakirin, ew rikberî li pey xwe bi çendin şer û ceng li pey xwe anîne, ku çemên xwînê herkîne, û bin erdê tije xort û gêncên welatan canê xwe ji destdane. Ev dilreşî û rik berî, ji zemanên kûr û dûrve destpêkir û berdewam bû li herçar nikarên dinyayê, li hin gelan karîbûn, sînorsn ji wan alûziyan re deynin, bi hiş û bîrên zana, rewşen bîr û siyastmedarên xwe, êş û ne xweşiyên xwe nas kirin ûliçareyan geran dema dîtin destên xwe danîn ser birînan, û ew pirsgirêk û alûzî dorpêçkirin sed mixabin ku gelek civat û partiyên li cihanê hene, nav û paşnavên weke: dimoqratiyê, wekheviyê û hev pişkiyê li xwekirine li di sepandinê de, hîna hişû bîrên wan yên şah, mir û begên berê ne, ango: Ez û malbata min, we welat û hêyina xwe ji minre binyan ezê welat wêran bikim. Li welatê me sûriya: Ferensîzan destê xwe danîne ser welatê sûrî ji sala /1920 ta sala 1946/ an, paşê welatê sûrî hate rizgarkirin û mabû ser xwe lê desthilatên welat ew nakokî kîn, rik berî, êlîtî, paşmayên şer û pevçûnên xwe yên sed û hezar salan ku biwanre mabûn nûjen û geskirin, yekemîn alûzî peyda kirin dema navê welat guhertinm feransîzan navê welat danîbûn: dewleta sûrî, ereban guhertin kirin, komara erebên sûrî, ango miletê sûrî hemî erebên, yên bivêt yan nevêt, û çend partî hatin damezirandin hemiyan bi ser hoz û êla xwede welat dibirin, agirê hevrikiya rê oliyê( sine, Elewî) ya ku razayî û vemirî bû gurr û geşkirin, du şerên giran pê xistin ku li ber xwe weke lehiyê xort, mal, saman û welat li ber xwe birin di salên ( 1980- 2011)ande, sed mixabin hîna ew raman, hiş û bîr, şer kuştin, talankirin, qirkirin, serbirrîna li ser nav , ol, rêol, netew, û herêm ê, berdewamin, li seranserî welatê sûrî, hemî bûne çete, gur, û rê birr, tu rol nema ye ji zana, rewşenbîr, û xêrxwazan re, ku çareyekê bibînin, dewletê cîranên sûrî agir gurr dikin, dewletên mezin xudan hêz û çek, destdirêjiyê li xak û nav gelê sûrî dikin, bi van sedem û egeran, welat vala bû, ereb, kurd, fileh,dirûz, Elewî, hemî têkçûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button