Break newsNûçeslide

Serokê ENKS Ibrahîm Biro: Dilxweşiyeke Rûsî heye ku Kurd bibin yek

Yekîtî Media 28/6/2016

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Rûsyayê digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiya. Biro jî dibêje, rola Rûsya di çareserkirina krîza Sûriyê de gelekî mezin e.

Duh şandeke ENKSê gihêşte Rûsyayê û îro Serokê ENKSê Îbrahîm Biro digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkaîl Bogdanov û Nûnerê taybet ya serokê wî welatî bo Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqyayê civiya.

Biro derbarê hevdîtina digel Bogdanov de ji kenala K24ê re got: “Hevdîtinên bi Rûsyayê re gelekî girîng e, ji ber ku rola Rûsya di çareserkirina krîza Sûriyê de gelekî mezin e. Digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkaîl Bogdanov rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî hatin axaftin.”

Biro xalên ku bi Bogdanov re hatine behskirin aşkere kir ku, Rûsya piştgîriyê dide ku destûreke Sûriyeya pêşerojê hebe, ku mafê hemû pêkhateyan lixwe bigire, bi taybet jî ku mafê Kurd bê parastin. Herwiha dilxweşiyeke Rûsî heye, ku Kurd helwest û berjewendiyên xwe jî bikin yek.

Şanda ENKSê, ji Serokê ENKSê Îbrahîm Biro, Berpirsê Pêwendiyên Derve Kamîran Haco û endamê Desteya Pêwendiyên Derve Mistefa Sîno pêk tê.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button