Break newsNûçeslide

Şanda ENKS ê bi Bogdanov re civiya

Yekîtî Media 28/6/2016

Şanda ENKS îro sêşemê ligel cîgrê wezîrê derve yê Rusya û nûnerê taybet yê serokê Rûsya ji bo karûbarên rojhilata navîn, Mîxaîl Bogdanov civiya.

Di civînê da behsa paşeroja Suryê û krîza niha hate kirin. Piştî cvînê serokê ENKS Îbrahîm Biro raghand ku wan di cvîna xwe de ligel Bogdanov 2 xalên sereke gotûbêj kirin, rewşa Sûryê bi giştî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî.

Biro da zanîn ku li ser rewşa Kurdan li rojavayê Kurdistanê, Bogdanov gotiye ku ew bi yekrêzya Kurdan dilxweş dibin, ji ber ku Kurd dostê Rûsya ne.

Her wiha di civînê de bi giranî li ser pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê jî axaftin çêbûye, û cîgrê wezîrê derve yê Rûsya got ku tiştekî normale ku ew pêşmerge vegern û xelkê xwe biparêzin, lê li ser bingeha rêkeftnekê di navbera herdu alyên syasî yên rojavayê kurdistanê de.

Şanda ENKS li ser vexwandina wezareta derve ya Rusye, duh gihiştbû Mosko bi serokatiya Ibrahîm Biro û endametiya Kamîran Haco û Mistefa Sîno û siyamend Haco.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button