Break newsRagehandinslide

Serkirdeyên YPGê ji Kurdên Elewî yên Bakurê Kurdistanê ne

Yekîtî Media 1/4/2017

Ajanseke Îtalî dibêje, piraniya serkirdeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) ji Kurdên Elewî yên Bakurê Kurdistanê ne û bi ser PKKê ve ne.

Ajansa “AKI” ya îtalî di raporekê de aşkere kiriye, ku  piraniya serkirdeyên leşkerî yên YPG, YPJ û hêzên asayişê yên li Kurdistana Sûriyê ji Kurdên Bakurê Kurdisatnê yên Elewî ne û rasterast pêwendiyên wan bi PKKê re hene.

Wê ajanasê zanyariyên xwe bi jêderên Sûrî yên girêdana wan bi navendên navdewletî re hene piştrast kiriye.

Herwiha wê raportê amaje bi wê yekê kiriye, ku ji sedî 30 jî ji Kurdên Bakur Elewî ne û pêwendiyên wan bi rêjîma Esed re hene, heta piştî asankirina wê rêjîmê ji girtina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan re, pêwendiyên wan berdewam in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button