Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rûsya : Em li gel opozisyona Sûryê bizavên bihêzkirina agirbestê dikin

Yekîtî Media

Wezareta berevaniya Rûsî ragihand: “Niha em li deverên kêmkirina şer  pêwendiyan li gel opozisyona Sûriyê dikin ji bo gerentîkirina agirbesta Xûta Rojhilat.”

Li ser vê yekê, berpirsekî serbazî Rûsî ragihand, hevkariya di navbera Rûsya û opozisyona çekdar de, wê bihêle ku rê li ber binpêkirina agirbestê bê girtin û hêzên Rûsî wê karibin erkên xwe baştir bicî bikin.

Piştî ku di çend rojên derbasbûyî de astê tundiyê li devera Xûta bilind bû, Navenda Lihevanînê ya Rûsî, roja Duşemê daxwaza rawestandina şer li aliyê rojavayê Xûta kir û niha jî li gel ketîbeyên opozisyonê kar li ser gerentîkirina agirbestê dike.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button