Raport

Rûniştinek danûstandinê li hola Ebdî Ne’san hat lidarxistin

Duh pêncşemê 3/6/2021an, li hola Ebdî Ne’san a PYK-S li Hewlêrê, rûniştinek danûstandinê hat li dar xistin, derbarê pêşeroja devera Rojhilatî Feratê û bandor û pevçûnên navdewletî tê de, bi beşdariya komek ji siyasetmedaran û nûnerên partiyên kurdî.

Bi pirsa ” Devera Rojhilatî Feratê, ew taybetmendiyek Emerîkî ye yan qada nakokiya navdewletî ye ? ” runiştin dest pê kir, û beşdaran di derbarê mijarê de nêrîn û ramanên xwe pêşkêş kirin, û raman û pêşniyarên di nav beşdaran de cûda bûn.

Esmehan Dawûd nûnera Şepêla Pêşerojê, ku yek ji beşdarên rûniştinê ye, di lêdwana xwe de tekez kir ku Sûriye serwerî û kontrola xwe wekî dewlet ji destê wê çû , herwiha Sûriye perçe bûye ji ber kontrolkirina milîs û welatan bi bandor di dosyeya Sûrî de, û herwiha nebûna jidilî ya civaka navneteweyî û nezelaliya helwesta emerîkî derbarê Sûrî, hişt ku devera Rojhilatî Feratê bibe qada nakokiya navdewletî bêhtir ku bibe taybetmendiyek Emerîkî.

Esmehan di lêdwana xwe wiha domand ku sedema hebûna Emerîkiyan tê de diyar bû û wan dan xuyakirin ku hatine ji bo şerê DAÎŞ bikin , ku têkiliyên wan bi HSD’ ê tenê di warê leşkerî de bû, û jê re ne xem e ku rêveberiya li rojhilatê Feratê kontrol kiriye Kurd in yan na, ku hêzek heye dema tên daxwazkirin.
Herwiha Rûsyayê jî li wê derê xurt in piştî vekişîna hêzên Emerîkî ji gelek xalan û radestkirina wan ji bo Rûsan, û dewriyên Rûsî – Tirkî li ber çavan ne.

Ji aliyekî din ve siyasetmedarê Kurd Tariq Emînakê wiha got : li herêm nakokiyên navdewletî û herêmî heye, û pêşerojek ne diyar e, û ti soz û misogeriyên navdewletî derbarê pêşeroja Sûriyê bi giştî û Kurd bi taybetî tune ye, û girîngiya nakokiyan di herêma Rojhilata Feratê de ji ber girîngiya wê ya xwarinê û bi neftê dewlemend e, ku ev yek diyar e di hebûna Emerîkiyan di herêmên ku dewlemend in bi neftê li rojhilatê Qamişlo, û di heman demê de li rojavayê Qamişlo hebûna wan kêm in

Li ser hevsengiya peywendiyên kurdên rojhilatê Firatê bi Rûsyayê re, wî tekez kir ku girîng e ku hevsengiya peywendiyên di navbera Rûsiya û Emerîka, ku Rûsyayê nikaribû kontrola beşek mezin ji deverên rojhilatê Firatê bêyî ronahiya kesk a Emerîkî.

Herwiha wî tekezî kir li ser peywendiyên biratiyê di navbera Kurd û Ereb ên Rojhilatê Firatê, ji ber ku ew pêkhateyên resen in di herêmê de, û binpêkirinên ku HSDê pêk tînin li dijî Ereban di herêmên cuda, nûneratiya kurdan nake tenê nûneratîya grûpek çekdar dike ku ji bo armac û mebestên xwe hatine..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button