Nûçe

Efrîn.. Keçek Kurd jiyana xwe ji dest da , di encama bombebarana Tirkiyê

Keçek Kurd jiyana xwe ji dest da, û çend kes ji malbata wê birînda bûn di encama bombebarana Tirkiyê ya duh li devera şêrewa li gundewarê Efrînê .

Nûçegihanê “Yekiti Media” li Efrînê tekez kir ku keça Kurd a 14 salî, Zeyneb Îbrahîm Husên jiyana xwe ji dest da, û bavê wê Îbrahîm Husên 51 salî û birayê wê Bekir 11 salî birîndar bûn di encama bombebaran û topbarana mûşekan li ser gundê Kalûtiyê li navçeya Şêrewa, li gundewarê Efrînê.

Di encama bombebarana Tirkiyeyê ya li ser deverê de ziyanên madî gihîştiye milkê hemwelatiyan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button