Break newsNûçeslide

Rêveberiya Radiyoya Amûdê FM êrîşa asayişa PYD bi tundî şermezarkir

Yekîtî Media 17/11/2016

Rêveberiya radiyoya Amûdê FM daxuyaniyek ji raya giştî re belavkir, têde êrîşa asayişa partiya Yekîtiya Demokrat PYDê li ser bargeha Amûdê FM û binçavkirina 4 karmendên wê bi tundî şermezarkir, li jêr deqa daxuyaniyê:

Asayişên partiya yekîtiya demuqrat PYD îro çarşemê 16/11/2016 demjimêr 2, 30ê esir êrîşî navenda Radiyoya Amûdê FM kirin

Di wê êrîşê de Asayişan herdû bêjerên jin Ava xano û Noşîn ehmed û teknîkvan Pêşeng xanê û sîpan hecî qasim nêzî 3 demjimêran binçav kirin , her wiha di lêpirsîna bi wan karmendan re doza rêdankirina radyoyê ji wan hate kirin, piştî wê deriyên radiyo bi zincîran kilît kirin û weşan rawestan din û kar qedexe kirin .

ême wekû rêveberiya radiyo Amûdê FM,  em van kiryarên wiha bi tundî şermezar dikin ku PYD berdewam e bi binpêkirina rojnamegeriyê, herwiha em dozê li rêxistinên rojnamegeriyê dikin ku fişaran li PYD bikin da ku ji kiryarên wiha vegere ku ev siyasetên wan tenê xizmeta dijminê miletê kurd dike.

Rêveberiya radiyo Amûdê FM

Amûdê 16\11\2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button