NûçeslideUncategorized

QSD xaniyê welatiyekî li Kurdistana Sûriyê desteser kir

Yekiti Media

Hêzên Sûriya Dîmuqrat QSD xaniyê welatiyêkî li gundê Tenûriyê yê bi ser Tirbesipiyê ve roja Dûşemê 24-12-2018 desteser kirin.

Xwedanê xanî Elî Hermêsî ku li Batmanê bi cih bûye piştî pinaberiya wî ji Kurdistana Sûriyê ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku leşkerên QSD kilîtên xaniyê wî şikandin û desteser kirin  û têde bicih bûne.

Hermêsî berdewam kir û got leşkerên QSD alavên wî yê li xanî ji xwe re bi kar tînin.

Tê zanîn ku Yekinyên Parastina Gel YPG hêza serkeye di nava Hêzên Sûriya Dîmuqrat QSD de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button