NûçeslideUncategorized

Partiya Yekîtî Kurdistanî kongirê xwe yê Heştemîn bi dawî kir

Yekiti Media

Li ser dûmahiya du rojan (21-22-12-2018 ) kongirê Heştemîn yê partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya bi navê kongirê ne mir Ismaîl Hemê hate girêdan.

Kongirê Heştemîn hejmarek mijarên sereke derbarê têkiliyê partiya Yekîtî di Çarçoveyên ENKS û Hevbendiyê de gengeşekirin li gor daxuyaniya Mecîd Bedran endamê kongir ji malpera Yekîtî Mîdiya re.

Bedran anî ziman ku kongirê wan mijarên Efrînê û gefên artêşa Tirkiyê li ser rojhilatê Firat ji giftûgo kir û derbarê wan mijara helwestin diyar ragihand.

Endamê kongirê partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya balkişand ku endaman di daiya kongir de posta sekretêr û cîgirê wî her yek ji Silêman Oso û Ebdulîlah Ûcê û komîta siyasî hilbijart.

Tê zanîn ku Silêmana Oso sekretêrê Şeşemîna ji partiya Yekîtî re ji destpêka damezrandin partiyê di sala 2000 an de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button