Break newsNûçeslide

Qamişlo : ENKS bi mangirtinekê li pêşiya navendeke Netewên Yekbûyî derket

Yekîtî Media 20/1/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, îro înê 20ê çile dema piştî nîvro, bi mangirtinekê li pêşiya navendeke Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişlo rabû.

Mangirtin li ser biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê birêve çû, jibo doza serbest berdana girtiyên siyasî di zindanên asayişa PYDê de û şermezarkirina kiryarên asayişa PYDê di revandina termê şehîdê pêşmergê Roj Mihemed Emîn Silo.

Beşdaran alayên Kurdistanê û wêneyên girtiyên siyasî di zindanên PYDê de û siloganên lidijî binçavkirina siyasetmedar û çalakvanan bilind kirin.

d c b a

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button