Break newsHevpeyvînslide

Barzanî: Em naxwazin ti carî xwîna Kurd bi destê Kurd birije

Yekîtî Media 20/1/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova beşdarîkirina di Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê de hevdîtineke ligel televisyonên K24 û Rûdawê kir û ragihand, derbarê serxwebûna Kurdistanê de ya baştir ew e, karê cidî bo wê were kirin û got: 2016 sala serkeftina Pêşmerge û dîpolmasiya Kurdistanê bû.

Pirs: Çend hevdîtin li Davosê encam dan, ma ewê piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin, piştî girtina Mûsilê?

Barzanî: Min gelek serkirdeyên beşdar dîtin, derfeteke baş bû ji bo nêrîn û hizrên xwe bigihînin wan, wan jî nêrînên xwe ji me re diyar kirin. Hemûyan bi çavê rêzê li xebata Pêşmerge û xweragiriya gelê me dinêrin, hemûyan jî tekezî li ser berdewamiya hevkariya Herêma Kurdistanê kirin.

Pirs: Ma welatên cîhanê gihêştine wê baweriyê ku ji ber DAIŞ careke din serî hilnede, hevkariya Pêşmerge bikin?

Barzanî: Heger bê pêşbînîkirin bi têkşikandina DAIŞê li Mûsilê, dawî pê were, ev şaşbûneke mezin e. DAIŞ bi wê hêsaniyê jinav nayê birin. Rast e di şerê rûbirû de tûşî şikestineke mezin hatine, lê DAIŞ dê bi awayekî din terora bike, dibe ku di bin navine din rêxistinine din derkevin. Bi serkeftina leşkerî li bajarekî yan eniyekê, terror bidawî nabe. Şerê terorê şerekî dirêj e û pêwîstî bi hevkariya hemû aliyan heye.

Pirs: Dikarin bibêjin ku sala 2016an sala serkeftina Kurdistanê û dîpolmasiya Kurd bû?

Barzanî: Belê, sala 2016an serkeftina mezin ya Kurdistanê bû, di warê siyasî û leşkerî de, dibe îsal jî bibe sala derbaskirina krîza darayî be.

Pirs: Bi mana DAIŞê li Sûriyê, metirsî li ser Kurdistanê berdewam nabe, hûn amade ne hevkar bin li Sûriye?

Barzanî: Ev rastî ye. Divê DAIŞ li Iraq û Sûriyê têk bişike, heger li cihekî bimîne, dê xwe careke din bi rêkxistin bike, tê wateya ku ez gefek e berdewam e, ji ber vê yekê gelekî girîng e li herdu welatan DAIŞ were jinavbirin. Heger em karibin hevkariya hev bikin, em amade ne, lê ev tenê ne kar û erkê me ye, aliyene din hene divê vî karî bikin.

Pirs: Hest tê kirin di demeke kêmtir de behsa serxwebûnê bibe, ma di îsal de rapirsî were encamdan?

Barzanî:  Baştirîn tişt ev e ku karê ciddî jê re bihê kirin û axavtin kêm bihê kirin. Axaftin zêde were kirin û kar ji bo neyê nekirin, sûda wê çî ye? Em hemû hewlekê didin, lê belê diyarkirina dem bo tiştekî wisa mezin, ez wiha difikirim ku gelek tiştek temam (dirist) nebe, lê belê bi zûtirîn deme m hewl didin, temam bikin.

Pirs: Hin welat dibêjin em li dijî serxwebûnê nabin?

Barzanî: Ez ku çûme Bexdayê, me ev mijar li gel Bexdayê behs kir û eger em li gel Bexdayê bigihîjin lihevkirinekê, dê rê xweş bike ji bo gelek welatên din jî ku bi bêyî arîşe danpêdanê bi me bikin.

Ji ber wê em dê berdewam bin û heta wê cihê ku derfeta gotûbêjê li gel Bexdayê hebe û em bigihîjin encameke erênî, pêwîst nake em pêngavên din bavêjin, lê belê eger em ji wê bê hêvî bûn, tekez em dê pêngavên din bavêjin.

Pirs: Kurd di pêşeroja Iraqê de li kû ye?

Barzanî: Em dikarin li gel Iraqa pêşerojê, du cîranên baş bin, lê belê wek şirîk me nekarî em bibin şirîkek baş. Ev rastiyeke û ewê ku îtîrafê jî pê neke, naxwaze rastiyan bibîne.

Pirs: Ji îdareya nû ya Amerîka çaverêyî ç dibin?

Barzanî: Gelek hene ku biryar e beroirsayetiya mezin di îdareya nû de werbigirin, dostê Herêma Kurdisyanê ne. Cîgirê serokê nûhilbijartî bi telefonê tekezî li ser hevkarî û piştevaniya zêdetir kir, ne yam kêmtir.

Pirs: Derbarê pêşeroja Sûriyê û civîna Astanayê de, helwesta we çi ye, ma Herêma Kurdistanê li Astanayê beşdar dibe?

Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Astanayê nabe û nehatiye vexwandin, hin aliyên Kurd tê de beşdar dibin. Rewşa Sûriyê reş dibînim û gelekî têkel e, mixabin ti pêşerojeke geş ne bo Kurd û ne bo Sûriyê nabînim.

Pirs: Çi were kirin, baş e?

Barzanî: Ev pirseke zehmet e, Rûsya û Amerîka bi ewqas mezinahiya xwe ve, tê de (asê) mane û bi wan nayê çareserkirin. Gelek aloz bûye û dem jê re pêwîst e.

Pirs: Berî ku hûn serdana Davosê bikin, we daxwaz kir, ku divê çareseriyek bo arîşeyên navxwe yên Herêma Kurdistanê bihê kirin û PDK dixwaze rêkevtinekê ligel YNKê çê bike. Ma tenê ligel YNKê ye yan dixwaze ligel aliyên jî li hev bike?

Barzanî: Tekez rêkevtina li gel YNKê gelek giring e. Ku (eger) PDK û YNK bigihîjin rêkevtinê, dê bandor li ser partiyên din jî hebe, lê belê PDK tekez venagere wan civînên ku jê re dibêjin civînên 5 alî, hemû partî divê beşdar bin. Ligel YNKê û hemû partiyan, ne ligel YNKê û çar partiyên din ku jê re dibêjin pênc partiyên sereke.

Min ne ev hevok qebûl e û ne jî careke din PDK civînên pênc alî encam dide, divê civîn berfirehtir bin, bi kêmanî ew partiyên ku di hikûmeta û parlamentoyê de beşdar in, ewên hikûmeta divê beşdar bin û yên din jî gerek şêwir li gel wan were kirin. Ez bi şexsê xwe rêgir nînim li hember wê yekê ku ku hemû beşdar bin di civînê de, lê belê pênc alî temam.

Pirs: Piştî girtina ji aliyê rêjîmê ve, çawa li rewşa Rojavayê Kurdistanê dinêrin, ma nakokiyên naxweyî dibe sedema jidestdana gelek tiştan?

Barzanî: Ew nakokî bandoreke nerênî dike, mxabin li Rojavayê Kurdistanê teroreke ecîb li hember Kurdên ku desthilatdar in çê bûye. Tiştê li Helebê bûye planek bû, lê çi tê de heye û tiştên veşartî tê de çi ne, ez nizanim. Gelek tişt di pişt perdeyan de hene û em wan nizanin. Lê derbarê Rojavayê Kurdistanê de ne geşbîn im.

Pirs: Amerîka dibêje, nizanin hevkariya çi aliyekî bike li Rojavayê Kurdistanê.

Barzanî: Amerîka gelek alîkarî dide PYD, ew çawa nizane.

Pirs: Derî bo derbasbûna hêza Pêşmergeyên Rojava, heta niha venebûye?

Barzanî: Em naxwazin ti carî xwîna Kurd bi destê Kurd birije, heger ne ji ber wê yekê ba, me dixwast ji zû ve wan derbas bikin, me gelekî sebr kir, lê wek Ereb dibêjin (Sînorê sebrê jî heye).

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button