NûçeslideUncategorized

Polîsên PYD yên leşkerî êrîşî gundên devera Aliyan kirin

Yekiti Media

Polîsên leşkerî yên bi ser partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD ve roja Pêncşemê 14-3-2019  êrîşî gundên devera Aliyan li gundwarê bajarokê Çilaxa kirin.

Polîsên PYD êrîşî gundên Dêrûna Axê, Aleqos, Kêşkê bi mebesta binçavkirina ciwanan ji bo leşkeriya neçar kirin.

Jêderna ji gundê Kêşikê ji Yekîtî Mîdiya re diyar kirk u hêzek mezin ji polîsan êrîşî gundê wan kirin û riyên sereke ku jig und derdikevin girtin û mal bi mal pişkinîn kirin.

Heman jêderan balkişandin ku an polîsan tu rêzgirtin ji gundiyan re negirit û bi zorê derbasî male wan dibûn.

Tê zanîn ku hilmeta binçavkirina ciwanan ji hêla polîsên PYD li hemû bajar û bajarok û gundên Kurdistana Sûriyê berdewame.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button