Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Balê: sê hezar çekdarên DAIŞ xwe radestî HSD kirin

Yekiti Media

Hêzên Sûriya Dîmuqrat HSD ragihand ku sê hezar çekdarên rêxistina DAIŞ li bajarokê Baxoz yê bi ser parêzgeha Dêra Zûrê ve xwe radestê wan kirine.

Berdevekê fermî yê HSD Mistefa Balê di Tiwîtekê de diyar kir ku  sê hezar çekdarên rêxistina DAIŞ li Baxoz xwe radestî hêzên Sûriya Dîmuqrat kirine.

Balê balkişand ku şer û pêvçûn li dijî çekdarên DAIŞ li Baxoz berdewame û di nêzîktrîn dem de ewê serkeftinê ragihînin.

Tê zanîn ku bajarokê Baxoz xala dawiye ya rêxistina DAIŞ li rojhilatî cemê Ferat.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button