Break newsNûçeslide

Partiya Yekîtî bîranîna pakrewaniya Şêx Meşûq vejand

Yekiti Media
Li ser banga partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê û bi beşdariya Welatiyên kurd û nûnerên partiyên siyasî û dezgehên rewşenbîran û hevrêzên ciwanan roja înê 1-6-2018 li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo bîranîna sêzdemîn ya pakrewaniya Şêx Mihemed Meşûq Elxizinewî hate vejandin.
Bi rewastandina kêlîkek bê deng ji canê Şêx û pakrewanên kurd û Kurdistanê re vejandinê destpêkir, tê de Hesen salih cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî gotinek da tê de li ser kar û xebata şêx axivî.
Salih di gotina xwe de hûrgilyên girtin û binçavkirina Şêx Meşûq û çalakiyên di wê demê de ji hêla partiyên siyasî li Qamişlo û Şamê hatin li darxistin anî ziman û li ser rêwresmên bi xaksipartina wî axivî.
Di heman vejandinê gotina partiya Azadî ya Kurdistanî û yek bi navê hevgirtina Yekîtîya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê hatin xwendin.
Tê zanîn ku gurzên gulan ji hêla Hesen Salih û Mizgîn remeda nûnerê hevrêza Şêx Meşûq bi navê hemû beşdaran li ser gora pakrewan Şêx Mihemed Meşûq Elxizinewî hatin danîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button