Break newsNûçeslide

Mesrûr Barzanî : Xebata me ji bo serxwebûnê ye

Yekîtî Media
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragihand, xebata me ji bo serxwebûnê ye.
Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma bangeşeya lîsta 184 a PDKê bo lhilbijartinên Iraqê li devera Soranê bû û gotarek pêşkêş kir. Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir: “Xebata me ji bo serxwebûnê ye.”
Tekez kir jî, ev hilbijartin, hilbijartineke çarenivîsî ye û deng û biryara we dahatî û çarenivîsa we diyar dike. Nûnerên PDKê berevaniyê li hêvî û armancên we û xwîna şehîdan û keda Pêşmerge dikin.
Herwiha got: Cemawerê û dengderên PDKê bi dengên xwe rikberiya wan kesan dikin, ku dixwastin gelê Kurdistanê ji mafên wî yên çarenivîsî bêpar bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button