NûçeslideUncategorized

pakrewanekê pêşmerge li Hesekê bi xakê hate sipartin

Yekiti Media

Roja Şemiyê 27-4-2019 termê pakrewanê pêşmerge Ebdulmecîd Hemê Qaso li gundê Sîçiwa Gabara ya bi ser bajarê Hesekê ve li gel rêwresmekê bi xakê hate sipartin.

Xwecihiya Hesekê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li gel endamên emandariyê pêşiwaziya termê pakrewan li dergehê Sînorî Elwelîd kirin û ew ji bo gundê Sîçiwa Gabara veguhestin û di rêwresmeke fermî de ew bi xakê sipartin.

Gotina emandariya giştî ya ENKS ji hêla Zibêr Mûsa hate xwendin û têde li ser nerxên giran yê pakrewaniyê axivî.

Mûsa di gotinê de rewşa siyasî li asta Sûriyê bi giştî û ya Kurdî axivî û doz li welatên zûlhêz kir rola xwe geştir bikin û careseriya siyasî cîbicî bikin û biryara Netewên Yekbûyî têxin piratêkê de û desteyeke veguhêz ji Sûriyê re destnîşan bikin û qunaxa desthilate Bees bi dawî bikin.

Di heman rêwresmê de Beşar Emîn endamê komîta Siyasî ya PDKS gotina partiya xwe pêşkêş kir.

Gotina malbata pakrewan ji hêla Dilşad xalid hate pêşkêş kirin têde sipasiya hûmû beşdaran kir û bitaybeta Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û xwecihiyên wê .

Tê zanîn ku Ebdulmecîd Hemê Qaso endamê pêşmergeyên Roj bû û berî çend rojan di bendava Mûsilê de binav bibû û jiyana xwe ji dest da.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button