NûçeslideUncategorized

Şandek ji ENKS li gel berpirsên Siwêdî civiya

Yekiti Media

Şandek ji xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS li gel berpirsên balyozxaneya Siwêdî roja Sêşemê 7-5-2019 li bajarê Orfa civiya.

Henan Ebas endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî û endamê xwecihiya ENKS ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku wan li gel berpisên Siwêdî rewşa siyasî ya Sûriyê û deverên Kurdî gengeşekir.

Ebas anî ziman ku wan rola ENKS di nava refên rikberiya Sûrî diyar kir û di heman civînê de endamên xwecihiyê nerîna ENKS derbarê çareseriya piresgirêka Sûriyê şirovekirin.

Di heman civînê de endamên xwecihiya ENKS doz li Siwîdiya kirin ku roleke mezintirîn bilîzin di doseya Sûrî de û bi taybet rewşa gelê Kurd de

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button