Break newsNûçeslide

Milîsa Artêşa Berevaniya Niştimanî li Hesekê welatiyên Kurd yên binçavkirî serbest berdan

Yekîtî Media 12/8/2016

Doh pêncşemê 11ê Tebaxê, milîsa Artêşa Berevaniya Niştimanî ya girêdayî Rêjîma Sûrî li Hesekê welatiyên Kurd yên Sivîl ku ew binçavkiribûn serbest berdan, piştî destpêşxeriya encûmena Aştiya Civakî li Hesekê di navbera herdû aliyan de milîsa artêşa berevaniya niştimanî û partiya yekîtiya dîmokrat PYD de, û di encamê de gihiştin rêkeftinekê bo serbest berdana girtiyên li nik herdû aliyan.

Tê zanîn ku Çekdarên PYD hejmarek ji fermanberên ereb di saziyên dewletê de li Hesekê girtibûn, ji aliyê xwe ve jî milîsa artêşa berevaniya niştimanî welatiyên Kurd yên Sivîl binçavkirin û ew rastî lêdan û eşkenceyê li kolanên bazarê hatin berî ku wan berve cihekî nenas ve bibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button