Break newsNûçeslide

ENKS: kiryarên hovane yên desthilata PYD xebata me ji bo pirsa me ya rewa ranawestîne

Yekîtî Media 12/8/2016

Derbarî êrîşa alîgirên partiya Yekîtiya Dîmokrat PYD li ser nivîsgehên herdû parityên Yekîtî a Kurd û PDK-S li bajarê Qamişlo , emîndariya giştî ya ENKS daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de ENKS bi tunî ev kiryarên hovane şermezarkirin, ku armanca PYD ji van karan ew in, têkbirina tebata civakî û bi dawîkirina çalakiyên siyasî yên ENKS bi mebesta ku binketina xwe di warê siyasî û rêveberî de veşêre.

Herweha ENKS tekezkir ku ew berdewamin di xebata siyasî de û kiryarên hovane yên desthilata bi wekalet ya PYD dê nikaribin xebata me di ber pirsa me ya rewa de rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de ENKS doz li hêzên Kurdistanî û yên navnetewî kirin ku hewilên xwe bikin da ku sînorekî li kiryarên PYD yên li dijî dîmokrasiyê û mafên mirovan deynin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button