Gotarslide

Metirsiyên piştî DA’IŞ ê

Arif Qurbanî

Gelek alî wisa hizir dikin ku piştî DAIŞ’ê wê hindek destkeft hebin û wê li ser hêzên beşdarê şer bûne, weke mîras bê belavkirin. Kurd jî dixwazin para xwe ji vê mîrasê werbigre. Tê çaverêkirin ku di paşeroja vî şerî de guhertin li nexşeya cografyaya navçeyê bibe û hêla sînorên welatan ji nûve bê diyarkirin.

Weke derencama hemû şerê din, bêguman derencama şerê DAIŞ’ê jî wê guhertinan bi xwe re bîne. Heger nexşeya navçeyê neyê guhertin jî, wê guhertin di hevsengiya hêzan û pirsgirêkan de çê bibe.

Ji destpêka şerê DAIŞ’ê ve, li Rojava û Başûrê Kurdistanê Kurd bi qehremanî li dijî DAIŞ’ê rawestiyane û ji bo parastina sînor û xaka Kurdistanê gelek qurbanî dane û nehêliştine DAIŞ derbasê nav xaka wan bibe. Ji ber vê yekê mafê Kurdan e ku ji hemû kesan zêdetir li benda destkeftiyên şer be û li hêviya berdêla xwîn û qurbaniyên xwe be.

Ti guman di vê yekê de nîne ku Kurdan dikarin bibin yek ji wan aliyan ku destkeftiyên wan ên vî şerî zêde bin.

Lê belê, divê ev yek jî bê zanîn ku rêya çinîna berhemên ked û qurbaniyan jî bi gul û çîçekan nehatiye danîn. Ev yek nayê wê wateyê ku serkeftiyên şer wê li ser mîrasê şer bikin û ji bo Kurd jî destkeftiyên xwe biparêzin xulekek din zêde şer bikin. Ji ber ku di rastiyê de, dabeşkirina destkeftiyan li ser hîmê pêgeh û hêz dibe. Dibe ku hindek alî bêjin heger Kurd di şerê DAIŞ’ê de neşkên û serkeftî bin, dibe ku piştî şer pêgeh û hêza wan lawaz be ku metirsî li ser berdêlên daye, hebe.

Heta niha li herdu beşên Rojava û Başûrê Kurdistanê, Kurd bereya herî serkeftîne li dijî DAIŞ’ê. Her çend şerê DAIŞ’ê bidawî nebûye jî, egerek bi hêz e ku piştî têkbirin, an jî vederkirina DAIŞ’ê ji nav beşa Erebên Iraqê, şerê DAIŞ’ê berê xwe bide Kurdistanê. Di rewşek wiha de jî, li gel piştgiriya hevpeymanan û moral û xwseragiriya pêşmerge, dereng an jî zû, wê DAIŞ her bê têkbirin. Di vir de pirs ev e; Heger Kurd serkeftiyê şer bin, li kê derê rûbirûyê metirsiyê dibin?

Dibe ku ji bo xwendevana seyr û ecêp be ku ez bêjim, piştî şerê DAIŞ’ê, pirsa yekem ê bê pêşiya me ev e ku “em kî ne?” Ji nû ve nasnameya me tê pirsîn. Vê xala pûxteyî pêştir jî bala cîhanê kişandibû û bi hêvî ve çavê wan li pêşkeftinên li Kurdistanê bû, carek din jî dikeve ber nêrîna çavdêriyan.

Gelo em dikarin ji xwe piştrastbin ku bikarin ji vê taqîkirin an jî ceribandinê serkeftî bin? Ew hîmên ku em li ser sekinîbûn, weke xwe mane? Ew xalên ku bala civaka navdewletî dikêşa wê her wisa balkêş bimînin? Yan jî berovajî weke sedemên 25 salên derbasbûyî ku çavê cîhanê xistibû ser Kurdistanê, niha rûyê wan werbigerîne.

Dibe ku gelek sedem hebin ku bibin xaalên bi hêz ji bo bala cîhanê bikêşin Kurdistanê. Lê ji hemûyan jî berçavtir sê xal hebûn ku ev yek ji bo cîhanê jî dibûne hêvî. Ya yekem, meyla demokrasîxwaziyê ya li Kurdistanê bû ku ji bo li Rojhilata Navîn stargehek aram bê pêşxistin, hêviyek mezin li ser dihate ava kirin. Xala duwem a geş jî pêşkeşkirina wêneya pêkvejiyanek bi mînak bû. Ya sêyem a giring jî kerta aborî bû ku zêdetir bûye cihê nirx û balkêşandinê.

Qehremaniya pêşmerge û şervanên Rojava, li gel van her sê xalên din, xalek din ê bi hêz ê mezinkirina vê wêneya me bû. Lê belê gef di vir de ye; gelo piştî DAIŞ’ê wê ev xal weke yê berî bimînin?

Aboriya me rastê paşvekêşandinê bû. Meyla demokrasîxwqaziya me kete bin pirsiyarê. Bi taybet jî ev e berbi sala 2017’ê ve diçin û dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê. Rewşa navxwe ya Kurdistanê û ya Iraqê jî heta çend sal din jî dest nade ji bo pêkanîna hilbijartinan. Ev yek ji hemûyan metirsîdartir e.

Ev yek têkçûna wê wêneyê Kurdistanê ye ku bûye stargehek aram bo hemû aliyekê. Ew xala ku heta radeyekê bala Obama kêşa ku bêyî şêwirîna li gel Kongreya Amerîkayê, ji bo parastina vê navendê biryara şerê DAIŞ’ê da.

Dibe ku di vî mijarê de rexneyan li min bigrin. Di demekê de ku li Kurdistanê zêdetirî 2 milyon koçber hene û mafê jiyana wan wek yê hemwelatiyên Kurdistanê parastiye. Dîsa egerek zêde heye bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Nînowa nêzîkê milyonek koçberê din berê xwe bide Kurdistanê. Heger ez nikla xwe li vê mijarê bidin ev der ji bo wan nabe penayek aram. Lê ez pêşbîniya pêşhatekê dikim ku em hê negehiştinê û emê rûbirûyê wê bin.

Ti gumanek min ji vê mijarê nîne ku neyarên me yên navçeyê gehiştine wê biryarê ku divê Kurdistan vegere dawiya xwe, destpêka plan û hewlên wan jî ji bo vê armancê ye. Di destpêkê de jî ew xal dibin hedef ku me bi rêya wan xwe li cîhanê ve girêdaye. Bexda weke kartekê dikare li ser van xalan pirsgirêkên siyasî û aborî bo Kurdistanê çêbike.

Ji xwe beriya niha jî ji bo vê yekê kar kiribû û du aliyê me yê bi hêz, gez kiribû. Ewê bo Kurdistanê maye wêneyê aramiya Kurdistanê ye bo cîhanê. Piştrast im ku wê piştî şerê DAIŞ’ê vê wêneyê jî têkbidin.

Dema Erebên Rûmadî, Selahadîn, Felûce koçber dibûn û diçûne Bexdayê, desthiladarên Şîe rê nedida wan û dişandine Kurdistanê, kesekê ji me nepirsî. Armancek zêde yê siyasî û guhertina demografiya Kurdistanê li pişta şandina bi milyonan Erebên Iraqê bo Kurdistanê heye.  Lê belê egera herî xeter jî ew e ku piştî DAIŞ’ê, Bexda derz û nakokiyan bixwe navbera xwedan mal û mêvanan. Dikare di nava Erebên koçber de komên tawanan ava bike bo têkbirina aştiya civakî û piştî demek kurt jî tawanên kuştina mirovan zêde bibin.

Di nava Kurdan de jî bi heman awayî encam li hev ketin dibe. Wê demê Bexda jî xwe dike xwediyê wan koçberan ku bixwe ew qewitandibûn, daxwaza maf û parastina jiyana wan dike. Wêneyekê dibînim ku cîhan ji me bê hêvî dibe û ji ber vê yekê sêyem xala me yê bi hêz jî dişkê.

Ev yek nexşeya metirsiyek veşartî ye û divê ji niha ve bi hişyarî li ser vê mijarê rawestin. Ji vê jî pêwîstir, çareseriya pirsgirêkên me bi rêyên demokrasiyane, da ku bingehek ziyasî peyda bibe. Heger li ser van mijaran hizrekê hûr û kûr me nebe, bi rehetî dikarim bêjim, piştî şerê DAIŞ’ê li dewsa gehiştina qiraxa aramiyê, ber bi qonaxa ne aramî û aloziyê ve diçin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button