Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tuncel: AKP ê zirar gihandiye tevahiya Tirkiyê

Yekîtî Media 30/6/2016

Hevseroka DBPê dibêje, bo çareseriyê tenê yek rê heye, ew jî rûniştina li ser masa guftûgoyê ye.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Sebahet Tuncel, di konfranseke rojnamegerî de ragihand, siyasetên şer yên AKPê ne tenê zirar gihandiye HDP û DBPê, lê zirar gihandiye Tirkiyê bi xwe jî, bi tena serê xwe mane.

Tuncel dibêje: “AKPê ji bo ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bêdeng bike, piştevaniya DAIŞ kir, lê DAIŞ êrîşî Tirkiyê dike û welatiyên sivîl dike armanc, ku li firokxaneya Aataturkê komkujiyek hate kirin.”

Tuncel got jî: “Em vê komkujiyê şermezar dikin, lê heger AKP dest ji van siyasetên xwe bernede, dê alozî kûrtir û dijwartir bibin.”

Tuncel amaje kir ku, tiştê ku pêwîst e bê kirin, gelek hêsan e, ku berê li Tirkiyê jî hatiye dîtin, ku yek rê heye mirov ji vê aloziyê derkeve, ew jî ew e ku, AKPê dest ji dijminatiya Kurdan berde û li ser maseya gufûgoyê rûne.”

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button