Break newsNûçeslide

Li Hesekê û Qamişlo alîgirên Rêjîma Baas piştevaniya Beşar Esed kirin

Yekîtî Media
Li navenda herdû bajarên Hesekê û Qamişlo hejmarek ji welatiyên Ereb û Suryan bi rêya xwepêşandanekê operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransa bi ser Şamê û derdora wê de protesto kirin.
Ji ber bikaranîna çekên kîmyawî li dijî xelkê sivîl, vê sibê Amerîka, Brîtanya û Fransayê êriş kirin ser çend binkeyên hikûmeta Sûriyê. Fermandarê Giştî yê Artêşa Sûriyê ragihand ku “hevpeymanan 110 mûşek avêtine Sûriyê”.
Li nêzîkî çargoşeya ewlehiyê li nav bajarê Qamişlo û herweha li meydana Reîs, hejmarek ji welatiyên Ereb û Suryan kombûnek saz kirin, û têde piştevaniya xwe bo Serokê Sûriyê Beşar Esed nîşan dan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button