NûçeslideUncategorized

Li Efrînê 24 mamosteyên Kurd ji karê wan hatine derkirin

Yekiti Media

Rêvebirîya perwerdeyê ya girêdayî grûpên çekdar, 24 mamosteyên Kurd ji karê wan derkirin , û penaberên ji parêzgehên Sûrîyeyê xistin şûna wan de.

Çalakvanên ji Efrînê di riya rûpelên xwe li ser torên medya civakî belav kirin : “ku rêveberiya perwerdeyê li navçeya Cindirêsê li bajarê Efrînê, 24 mamosteyên Kurd ji karên wan derkirin ji dibistanan , û penaberên li Efrînê niştecîh bûne xistin sûna wan de, di heman demê de serokê encûmena xwecihiya bajarê Cindirêsê yê girêdayî çeteyên Subhî Riziq, ku ev biryar bi hêceta rêveberiya perwerdeyê mamosteyên derçûneyên zanîngeha xistin şûna mamosteyên berê ku ew xwediyê bawernameyên bekelorya ne.

Tê zanîn ku rêxistina mafên mirovan li Efrînê diyar kir ku çekdarên opozîsyonê li Efrînê armanca wan ji vê binpêkirinê  koçberkirina niştecihên resen ji deverê û bicihkirina Ereb û Tirkmenan di wê deverê de ku guhertina demografî bi cih bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button