NûçeslideUncategorized

Girûpên çekdar li Efrînê 9 welatî revandin

Yekiti Media

Bi tometbarkirina “peywendî bi rêveberiya xweser re” , 9 kes li Efrînê  ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.

Grûpên çekdar ên bi ser Feyleq El Şam li Efrînê duh roja înê 13ê Îlonê 2019an  grûpek ji hemwelatiyên gundê Dêr Belûtê ya girêdayî  bajarê Cindirêsê revandin bi tometbarkirina ” peywendî bi rêveberîya Xweser  re.”

 

Rêxistina Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de belavkir wiha got : ku grupek ji çekdarên girêdayî bi Feyleq El Şam di roja înê 13ê Îlonê de hejmarek ji hemwelatiyên gundê Dêr Belûtê ya girêdayî bajarê Cindirêsê li Efrînê bi tometbarkirina peywendî bi rêveberiya xweser re revandin.

Herwiha rêxistina mafên mirovan navê kesên revandî belav kir, navê wan wisa ye : ” Mihemed Menan Silêman, Mihemed Mihemed Silêman, Luqman Mihemed Ebdo, Ehmed Wehîd Şoke, Îsmaîl Şêx Emlîxe, Bakîr Mihemed Bakîr, CîhadMihemed Xelîl, Şêxo Reşîd Tahîr, û Mehmûd Mihemed.

Tê zanîn ku piştî Efrîn hatiye dagirkirin ji aliyê dewleta Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên bi ser opozîsyona Surî ve, grûpên çekdar li Efrînê bi berdewamî hemwelatiyên Kurd ên sivîl direvînin, eşkence didin û dikujin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button