Gotar

Kurd, xeyalên mezin û hesabên piçûk

Nûrî çelîk

Mirovên mezin li dû xeyalên mezin dibezin, gavên piçûk ji bo armancên mezin bi kar tînin, hesabê serketin û hedefên pêşerojê dikin. Mirovên piçûk yanî mirovên bê hed û hesab bê armanc in, bê xeyal û hesabê xwe û pêşerojê nakin. Bê hêvî ne. Mirovê bêhêvî jî destê xwe ji her tiştî şûştî ye, mirî ye û li dû hesabên rojane, li dû hesabên piçûk in.

Siyaset, tekoşîn, nexasim Kurdayetî û doza Kurdistanê kirasekî ji êgir e. Jê re berdêlên giran, xwîn û mirin lazim e. Tu kes bê ked, bê berdêl, bê xwîn û mirin negihaye armanc û xeyalên xwe. Nexasim heger doz, armanc û xeyal Kurdistanek serbixwe be, jê re dilekî ji êgir, gurçikek ji hesin û cegerek ji pola lazim e. Jê re hişmendîyek xurt, hestek qewmî, bîr û bahwerîyek netewperwerî şert û ferz e.

Rojhilata Navîn dikele. Dewletên mezin xwedîyê hesab û xeyalên mezin in. Amerîka bi xeyala BOP (Projema Mezin a Rojhilata Navîn) li dû guhertin û dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Îsraîl li dû xeyala Îsraîla Mezin e. Rûsya li dû xeyala berfirehkirina berjewendîyên xwe û astengkirina Amerîkayê ye. Tirkîye li dû xeyala Mîsakî Mîllî û xaka Împaratorîya Osmanî ye. Îran li dû xeyala dagîrkirina Rojhilata navîn û desthilatdarîya Şîa ye. Iraq li dû xeyala têkbirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û Sûrî jî li dû xeyala têkbirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê ye. Yanî, herkes li dû xeyalekê ye, li dû armancekê û li dû berjewendîyên xwe yên netewî ne. Tenê yek millet bê xeyal û bê armanc e û ne li dû xeyalên xwe ye. Ew jî em Kurd in. Xelk li dû hesabên mezin, em jî li dû hesabên piçûk û rojane ne. Halbûkî herkes li ser qeder û pêşeroja Kurdan hesaban dike. Hesabê hinekan li ser tunekirina Kurdan û berdewamîya dagîrkirina Kurdistanê ye, yê hinekan jî li ser bikaranîna Kurdan e. Heger Kurd xwedîyê hişmendîyek netewî û Kurdistanî bûna, heger Kurd jî wek ewên din qewmîyetparêz û berjewendperest bûna, heger Kurd jî xwedîyê hesab û xeyalên mezin bûna, belkî karîbûna di vê qeyran û kelegerma Rojhilata Navîn de bibûna xwedî gotin, xwedî giranî, xwedî bandor û hêzek ji hêzên guhertina Rojhilata Navîn. Bi vî awayî dikarîbûn mafên 70 milyon Kurd û damezirandina Kurdistanek serbixwe bi wan bidin qebûlkirin. Lê mixabin ne wilo ye. Kurdên ku dikarin bi qeder û pêşeroja Rojhilata Navîn bilîzin û wê biguherin, ji ber nakokî û berjewendîyên xweperestî, partîtî, malbatî, eşîrtî, herêmtî û gelek sedemên din dane dû hesabên piçûk û dev ji hesab û xeyalên mezin berdane. Mixabin bi van hesab û dek û dolabên piçûk bi qasî dijmin zirar dane û didin doza Kurd û Kurdistanê.

Em Kurd ji qirikê û bi jor de Kurd in, bi ziman Kurd in. Kiryarên me û zimanê me li hev nakin, li dijî hev in. Bi ziman herkes Kurd e, herkes Kurdistanî ye. Lê di kiryarê de em û Kurd û Kurdistanê dûrî hev in. Bi kêmanî îro wilo ye. Çi bi şexsî êl û eşîrtî be, çi jî bi partîtî û siyasî be, tenê bi gotinên şahîk û girover em nêzîkî mijara Kurd û Kurdistanê dibin û hevdu dixapînin. Ne di jiyana siyasî de, ne jî di jiyana nesiyasî de, bi gotinên şahîk û girover em dixwazin xwe ji bin bêr derxin û lehengîya xwe nîşan bidin. Rewşa Bakur, Başûr û Rojava li ber çav e. Gotinên şahîk û girover, nexweşî û berjewendîyên partîtî, yên şexsî, êl û eşîrtî rê li ber berjewendîyên Kurd û Kurdistanê girtiye. Ji ber vê jî nikarin bibin xwedîyê hişmendîyek qewmî û ji hest û helwestên netewî dûr dikevin. Ev yek jî rê li ber yekîtî û tifaqa netewî digre û dibe asteng.

Tunebûn yan jî kêmbûna hişmendî, hest û helwestên netewî û niştimanperwerî rê ji bratîya gelan û ummetê re vedike. Îro millet ku herî zêde berjewendîyên xwe ji bratîya gelan û ummetê re kiriye û dike qurban, Kurd in. Li Bakur bratîya gelan, li Başûr pêkvejîyan, li Rojava dîsa bratîya gelan. Û ji xwe bratîya ummetê zêdebûna ser kezebê ye. Vê siyasetê mejîyê Kurdan şûştiye, hesten netewî kujtiye , Kurd kirine dijminê qewmê xwe û ji xelkê re bûne joker û Hespên Trûvayê. Bratîya gelan û ummetê tê wateya neguhertina sînorên Kurdistanê, berdewamîya dagîrkirina Kurdistanê û bindestîya millet Kurd. Û ev yek îro wek nexweşîya Jana Zirav û Pençeşêrê ketiye xwîna Kurdan û mejîyê me dagîr kiriye.

Wek min got, gotinên şahîk û girover, lehengîya bi zimên gelek caran me Kurdan mest û serxweş dike, kêfa me pir tîne. Gotinên şahîk û girover paşeroja me, kiryarên me yên xirab dide jibîrkirin û me dike qehreman.

Kevneserokê berê yê HDP Selahattîn Demîrtaş vê dawîyê di paraztina xwe de gelek tiştên xweş, gotinên ku kêfa me bîne û me mest û serxweş bike, gotin. Paraztina wî hemû li ser Kurd û Kurdistanê bû. Demîrtaş ê ku yek jî gunehkarên şerê Xendekan û şirîkê kujtina 10 hezar xort û keçên Kurd e, Demîrtaş ê ku bi gotina “Emê te nekin serokkomar“ xezeba Erdogan bi ser Kurdan de barand û MHP kir şirîkê hikûmeta Erdogan, îro Kurd û Kurdistan ji devê wî nakeve. Helbet dil dixwaze ku Demîrtaş di her astê de van gotina bîne ser zimên, bi îradeyek azad û serbixwe Kurd û Kurdistanîbûnê bike û em jî ji dil jê re li çepikan bidin. Lê wan gotinên xweş, wan gotinên şahîk û girover dîsa tine bi bratîya Kurd û Tirkan ve girê dide, Kurd û Kurdistanê dîsa bi Tirk û Tirkîyê ve pine dike. Her çiqasî Demîrtaş bêje Kurdistan welatê dayikê ye, Ey Reqîb sirûda me ya netewî ye, emê heta bi dawî Kurdistanê biparêzin jî, bratîya Kurd û Tirkan û kirasê Tirkîyeyîbûnê dide xuyakirin ku Demîrtaş di gotinên xwe de ne samîmî û ne Kurdistanî ye. Tew navenda çareserîya pirsa Kurd Girava Îmralîyê nîşan bide sosret û wehametek din e. Heger Demîrtaş hîna jî Îmralîya ku ji roja roj de bûye navenda neçareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê wek navenda çareserîyê bibîne, divê bê zanîn ku dîsa lîztikek ne li xêra Kurdan tê lîztin. Hêvîdarim ez xelet bim.

Demîrtaş di rabirdûya xwe de jî gelek caran behsa Kurd û Kurdistanê dikir, lê ne bi ecêba vê carê. Berê bi zimanê siyasî û diplomatik hebûna Kurd û Kurdistanê tanî ser zimên. Lê vê carê wek militant û mirîdekî doza Kurd û Kurdistanê paraztin kir. Yanî, li vir du Selahattîn Demîrtaş derdikevin pêşberî me. Demîrtaş ê kevin û Demîrtaş ê nû. Emê ji kîjan Selahattînî bahwer bikin û jê hez bikin nizanim. Lê dil dixwaze ku Demîrtaş xwedîyê gotinên xwe yên vê carê be, Kurd û Kurdistanî be, Kurdan bi Tirk û Tirkîyeyê ve pîne neke û ne wek mirîdê kes yan terîqetekê, wek mirîd û mîlîtanê Kurd û Kurdistanê derkeve pêşberî hezkirîyên xwe.

Bi vê minasebetê, ji ber wefata bavê wî ez sersaxîyê ji Selahattîn Demîrtaş û malbata wî re dixwazim.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button