Nûçe

Çeteyên çekdar 2 welatiyên ji Efrînê girtin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 welatiyên Kurd li herêma Efrînê li Kurdistana Sûriyê girtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, “endamên çekdarên Polîsên Azad (Ewlehiya Siyasî) li bajarê Efrînê piştî nîvro roja Çarşemê 5/1 /2024, ciwanê bi navê Kawa Ehmed Mihemed (33 salî) revandin.

Rêxistinê herwiha eşkere kir ku Mihemed weke şofêrê teksiya giştî kar dikir û xelkê gundê Qoşû yê navçeya Bulbulê ye.

Wê amaje bi wê yekê jî kir ku “ew bê ku behsa sedeman bike ew birin navenda asayîşê û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.”

Rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir ku endamên grûpên çekdar li bajarê Ezazê roja sêşemê 26.12.2023ê ciwanê bi navê Arif Omer Elî yê 36 salî revandin.

Hate diyarkirin ku ciwanê Arif ji bajarokê Meydankî yê navçeya Şaran e û piştî dersînorkirina wî ji axa Tirkiyeyê di bin navê (vegera xwebexş) de hatiye girtin û diyar kir ku ji sala 2013’an ve li Tirkiyeyê dimîne.

Binpêkirin û tawan li Efrînê berdewam in ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên opozisyona Sûriyê di bihara 2018an de êrîşî herêma Efrînê kirin, di nav wan de girtinên keyfî/ bêsedem, binçavkirina bi darê zorê, û sepandina fidyeyên/ bac aborî li ser malbatên revandiyan, bi armanca bi zorê koç kirina kurdan û guhertina demografîk a wî bajarê kurdistanî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button