Gotar

ÎRAN Û PKK JI BAŞURÊ KURDiSTAN ÇI DIXWAZIN ?

Di wan salê dawîn de,
li hemî cihanê tevlihevîyek pêkhatîye.
Qeyranên sîyasî, aborî û leşkerî, di navbera dewletên zilhêz de her diçin kûr dibin .
Li Asya Pasîfîkê
li Rojhêlata Naverast,
li herema Qafqasya yê de, di navbera dewletên Rojava û Rojhêlat de,
gengeşî, reqabet û alozi berdewamin.

Ji dewletê dagirkerên Kurdistanê Tirkîye,
her çiqas carna dualî dileyîze jî,
ji bo ku endamê Nato yê, mecbure ku bi dewletên Rojava re tevbigere.

Lê dewleta Îran û Surîye, ji li gel Rusya û Çîn tevdigerin.
Bi rejîmên totalîter re danustandinên sîyasî leşkerî û aborî pêktînin

Bi taybeti ew qeyran û alozîyln di navbera dewletên zilhêz de qewîmîne,
li ser jeo- polîka Enerjîyê derketine holê û bandora xwe didin ser sîyaseta heremê .

Bêguman welatê me Kûrdistan,
xwedî çavkanîyên enerjîyê ye.
Axa Kurdîstanê, di navbera Welatên Asya û Europa,yê de,
di navbera welatên Rojhêlata Navîn û Qafqasya’yê de,
ji bo guzergahên enerjîyê cîhek stratejîk e.

Tê zanîn jeo-pilîtîka enerjîyê ,
li ser 3 şertan tê sazkirin.

1-Dabinkirina enerjîyê.

2-Bazara enerjîyê.( firotin)

3- Ewlekarîya guzergahên enerjî yê.

Dewleta Îranê,
Dixwaze li ser rê ya enerjîyê,
aramî û seqemgerîya welatê me xera bike,
ku gaz û petrola Başûrê Kûrdîstanê derbasî bazarên Navnetewî nebin. Di vî warî de, sîyaseta xwe ya qirêj,
li ser PKK û beşek YNK ê dimeşîne.

Dîyare ku,
di van demê dawînde, dewleta Îranê,
di herema Rojêlata Navîn de,
di herama Qafqasyê de hatîyê dorpêçkirin.

Rusya sîwana Îranê bu, anuha di şêrê Ukranya de lawaz buye .

Bandora Îranê ya li ser Îraq ê, roj bi roj kêm dibe .

Li Rojava yê Kurdîstanê û Surîyê de,
Îran bi êrişê hêzên hevpêymanan re ru bi ru ye .

Alîyê din,
ji bo derbasbuyîna Asya Navîn,
wekirina korîdora Zengezorê,
dewleta Îranê ji dervayê denklema rêya enerjîyê dihêle.
Di wî warî de,
di navbera Îran û dewleta Tîrk û Azerbeycanê de nakokîyên nu derketinê holê.

Dî wî rewşa tengezar de,
Îran dixwaze ji Başûr û Rojavayê Kûrdîstanê de,
li ser PKK ‘ê,
aramî û seqemgêrîyê xera bike û li ser guzergahên enerjî yê,
pirsgirêka ewlekarîyê derbixîne holê û berjewendîyê milletê Kûrd têkbibe .

Tê zanîn,
Serokên PKK ‘ê,
li Îranê radiwestin.
PKK, di warê lojîstîk, îkmal- cephane û îaşe de,
ji Îranê alîkarî werdigre .

Têkilîyên navnetewî de rêgezek heye:
Têkiliyên sîyasî, aborî, leşkerî, li ser berjewendîyên muteqabilîyetê pêktên.
Têkilî, bê berjewendî nabin .
Bi gor mutekabilîyetê tên lidarxistin
Dema alîyek alîkarîya rêxistinek bike,
divê ew rêxistin ji,
bi gor mutekabilîyeta têkilîyan,
tiştek bide wî dewletê .
Ji bo wan alîkarîyên Îranê yên lojîstik, cebilxane, xwarinê,
Gelo PKK çi dide dewleta Îranê ?
Bêguman bedelên alîkarîya Îranê,
rola astengkirina Statûya Kurdîstanê ye.
Xwîna ciwanên Kurd e.

Em roj, di medya PKK de,
li kolanên metropolê Tirkîyê de,
bi alîkarîya aktorên cepger yên tarî, cardin li dij rêveberîya Basurê Kurdistanê kampanya dezinformasyon, derew, iftira destpêkirîye.
Dixwazin di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de alozî derbixînin.
Bêgûman ew karên qirêj, cardin li ser daxwazîya Îranê û Ergenekona Tirk pêk tên .
PKK, wek aparat tê bikaranîn.

Damezrênerê PKK’ê Abdullah Öcalan, dema hat Girava İmrali’yê, di îfadeyê xwe de weha dibêje:

” Ger hun pêşî li min bigrin, PKK dikeve bin kontrola Îranê, Cemîl Bayik peya yê Îranê ye”

. Divê sîyasetvan, lêkolîner, rewşenbîrên Kurd,
li hember wî xiyaneta PKK ya eşkere rawestin.
Milletê Kûrd hişyar bikin.
Omer ozdem

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button