Gotar

MEDYA AZAD Û HELEEST!

Medya ango çapemenî, hêzek herî xurt û xwedî bandor e. Propaganda jî çek û sîlehê wê medyayê ye. Kî xwedîyê Medyayê be, hest û mejîyê civakê jî ew dagîr dike. Kî xwedîyê medyayê be, civaka xwe jî li gor bîr û bawerî û siyaseta xwe bi rê ve dibe.Çunkî propagandaya wê medyayê di guhertina hest û mejîyê wê civakê de guhertinên mezin çêdike û civakek nû diafirîne.

Berî go televizyon derkevin, radyo hebûn. Partî yan jî dewletên ku desthilatdarên radyoyan bûn, hemû propagandayên xwe bi rêya radyoyan dikirin û bandorek mezin li hest û mejîyê civaka xwe dikirin. Bi rêya wan radyoyan alîgir û hevalbendên xwe zêdetir dikirin û siyaseta xwe bi civakê didan qebûl kirin. Bi propagandayek rast yan ne rast, mejîyê civakê dagîr dikirin û civak li gor daxwaz û siyaseta xw dineqişandin. Gelek caran propagandaya bi rêya radyoyê hem qedera wê partî û dewletê û hem jî qedera civakê diguhert. Di her du şerên cîhanê de ji çek û balafirab zêdetir, radyo û propagandayên bi rêya radyoyan bandor li civaka dewletan kir. Bi taybet Almanya û Adolf Hîtler radyo û medya wek çekek herî xurt û bi bandor bi kar anî û hest û mejîyê civaka Alman li gor siyaseta Nasyonal Sosyalîzmê ango Nazîzmê dagîr kir.

Radyo û dema îro jî bi taybet televizyon, du hacetên herî xurt û bi bandor yên medyayê ne. Ev herdu hacet di her malê de hene û wek çekek atomê bandorê li hest û mejîyê civakê dikin. Ji ber vê yekê jî, Wezîrê Propaganda yê Adolf Hîtler Joseph Goebbels digot, ” medyayek bê wîjdan bidin min, ez ji we re civakek nezan biafirînim„ û didomand, „ Heger hûn bi berdewamî derewek mezin bêjin û wê derewê hertim dubare bikin, di encamê de wê insan pê bawer bikin. Ji bo dewlet mixalefeta xwe biperçiqîne divê hemû erkên xwe bi kar bîne, çunkî rastî dijminê derewê ye û bêguman rastî dijminê herî mezin ê dewletê ye. „

Gava em li rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dinerin, medyaya heri xurt di destê desthilatdarên dewletê û desthilatdarên PKK de ye û propagandaya herî xirab jî ew li dijî miletê Tirk û Kurd û hêzên dijberî xwe (propagandaya reş-derew) dimeşînin. Bi propaganda û nûçeyên reş û manîpulasyonan hest û mejîyê civaka Tirk û Kurd dagîr kirine û civakek nezan û xemsar afirandine. PKK çil sal in bi rêya medyaya xwe propagandayek reş li dijî hêzên Kurdî dike û rastîyan manîpule ango berevajî hev dike. Yek ji sedema ku PKK di civaka Kurd de xurt bû û ew li ser lingan hişt û dihêle medya û propaganda ye. PKK bi rêya medya û propagandayê civakek nezan û xemsar ji Kurdan afirandiye û piranîya Kurdên Bakur medyaya PKK çi bêje (rast yan derew) di bin bandora wê de dimîne û jê bawer dike. Heger îro hêzên derveyî PKK li Bakur têk çûbûn û hatibin fetisandin, bi saya serê medyaya PKK ye. Heger PDK û Barzanî di çavên piranîya Kurdên Bakur de ketibin yan bê qîmet bûbin, bi saya serê medyaya PKK û propaganda wê ye. Heger Tirkayetî û Tirkiyeyîbûn mejîyê Kurdên Bakur dagîr kiribe, bi saya serê medya PKK û propaganda wê ye. Û heger Kurdî têk çûbe û asîmîlasyonê pişta Kurdên Bakur şikandibe, dîsa bi saya serê medya wê û propaganda wê ye. Bi kurtî; tiştê ku rêberîyê ji civakê re dike medya ye. Tiştê ku hest û mejîyê civakê divejîne yan pûç dike dîsa medya û propaganda ye.

Aha di vê babetê de mesela me hêz û partîyên derveyî PKK ne. Heke em kevirekî navêjin wan û serê wan neşkînin, nabe.

Li Bakur zêdeyî deh partîyên Kurdî û xwedêgiravî Kurdistanî hene û di gotinê de şûr simbêlê wan nabire. Rêvebirên wan hêz û partîyên ku wek şîrêzê bi kursîyên serokatîya partîya xwe ve zeliqî ne.

Ma gelo bîra van tiştan nabin? Helbet dibin. Ma bi hêz û hinera medyayê nizanin? Helbet dizanin. Em bêjin di warê siyasî û îdeolojîk de nikarin yan naxwazin bibin yek, ma nikarin bi hev re televizyonek hevbeş jî vekin? Îro teknolojî pir bi pêş ketiye û vekirina televizyonekê jî wek berê ne pir zehmet û buha ye. Heger hemû partîyên derveyî PKK karibin hezar endamî bînin ser hev û her yekê 10 Euro endametîya xwe bidin, mehê dike 10 hezar Euro. Bi 10 hezar Euroyan belkî medyayek xurt yan televizyonek profesyonel neyê vekirin, lê bi amatorî be jî ji bo destpêkê televizyonek baş kare bê vekirin. Bi vê televizyonê karin propaganda û manîpulasyonên ku PKK li dijî doza rewa ya miletê Kurd dike, lê vegerînin û bi propagandayek rasteqîn bandorê li hest û mejîyê Kurdên Bakur dikin.

Gotina dawîn; ê gundî feqîr bû, heywanên wî birçî bûn. Rabû destê xwe bi ezmanan vekir û got: „ Ya xweda, tu dikarî vê bênderê bi ka kî û devê çêleka min a zer di nav kî, lê wele tu nakî.”

Îcar welleh û billeh; heger hêz û partîyên derveyî PKK bixwazin, hem karin bibin yek û hem jî medya û televizyonek Kurdistanî vekin. Lê wele nakin!
Nûrî Çelîk

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button