Break newsNûçeRaport

Îbrahîm Biro Semînerek cemawerî li kampa Gewregoskê bi rê ve bir

Rêxistina Gewregoskê ya Partiya Yekîtî Kurdistanî  roja Înê 17ê Berfenbara 2021an de semînereke siyasî cemawerî li dar xist.

Semînar ji aliyê birêz Îbrahîm Biro endamê desteya siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî û endamê desteya danûstandinan a opozisyona Sûriyê hat bi rê ve birin.

Semînar bi xulekek rêzgirtinê ji bo giyanê  şehîdên Kurdistanê dest pê kir, û piştre Biro roja Ala Kurdistanî li hemû gelê Kurdistanê li herçar parçeyan pîroz kir.

Biro di destpêka semînarê de rastiya siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî destnîşan kir û pêşhatên siyasî yên dawî li ser hemû astan nîşan da, bi taybetî helwestên hêzên zilhêz li ser pirsa Sûriyê û asta bandora van helwestan li ser rewşa Sûriyê bi giştî û herêma kurdî bi taybetî û kêşeyên ku herêm tê re derbas dibe.

Biro bal kişand ser binpêkirinên alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat li navçeyên Kurdistanê û binpêkirinên ku heta niha berdewam in bi şewitandina ofîsên partiyan û destdirêjiya ser çalakvanan û hemû kesên ku bi siyasetên wan re ne razî ne, û girtina hemû rêyên serkeftina diyalogên Kurdî -Kurdî bi pêkanînên kiryarên xirab ên rojane, û revandina zarokan û êrîşkirina ser her tiştên ku li dijî ramanên wan in.

 

Biro axivî ser rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê û zehmetiyên ku di gelek waran de tê re derbas dibin, ku ya herî girîng warê perwerdeyê ye û rewşa zehmet a deriyê sînorî yê Fîşxabûrê di navbera Kurdistana Sûriyê û Herêma Kurdistanê de.

Ji aliyê xwe ve birêz Newaf Reşîd endamê desteya siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistan-Sûriya û berpirsê nûnerê herêma Kurdistanî, û serokê nûneratîya ENKSê li Herêma Kurdistanê de behsa çendîn mijarên girêdayî penaberan kir û tekez kir ku ew bi awayekî guncaw kar dikin bo dîtina çareyên guncaw bi hemahengî digel aliyên peywendîdar di hikûmeta herêma Kurdistanê de.

 

Di dawiya semînarê de ji bo beşdarvanan derfeta pirsiyaran hat vekirin ku semînar  dewlemendtir kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button