Break newsNûçe

YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI FIRANKFORTA ELMANIYAYÊ XWEPÊŞANDANEK LI DIJÎ BINPÊKIRINÊN PYDÊ Û KOMÊN ÇEKDAR LIDARXISTIN.

Di roja Şemiyê 18.12.2021ê de, PYK-Sê li bajarê Firankfortê li Elmanyayê xwepêşandanek nerazîbûnê li dijî binpêkirinên Partiya Yekîtiya Demokratîk û grûpên çekdar ên li Efrîn û Serê Kaniyê Girê Sipî lidarxist.

Herwiha bi dehan çalakvanên Kurd beşdarî xwepêşandanên ku ji aliyê rêxistina başûrê Elmaniya ya Partiya Yekîtî ve hatibû lidarxistin, bi armanca gihandina êş û azarên gelê Kurd ji civaka Elmanî re.

Herwiha Di xwepêşandanê de, endamê komîteya siyasî ya Yekîtî Enwer Naso axaftinek bi zimanê kurdî û endamê Komîteya Navendî ya Yekîtî Ciwan Welî bi zimanê Elmanî axaftinek pêşkêş kirin, û tê de behsa hemû cureyên binpêkirinên li dijî kurdan kirin, nemaze revandina zarokan, leşkerkirina wan, şewitandina ofîsên partiyan, û metirsiya çalakvan û xebatkarên medyayê, û metirsiya malbatên Pêşmergeyên Roj.

Herwiha di her du gotinan de binpêkirinên komên ser bi artêşa Tirkîyê yên li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, ji revandin û kuştina di bin îşkenceyê de û ferzkirina bacan hatin şermezar kirin.

Di heman çarçoveyê de, Serkêşên xwepêşandanê belavokan li kesên derbas dibûn belav kirin û polîsên Elman jî armanca çalakiyê rave dikirin.

Herwiha serkêşên protestoyê jî peyam dan Konsolosxaneya Emerîkayê ya Firankfortê.

Di vê çarçoveyê de, alîgirên PKKê li cihê xwenîşandanê kom bûn û duruşmên xiyanet li Encûmena Niştimanî ya Kurdî bilind kirin û polîsên Elmanî ew ji cihê kombûna xwepêşanderan derxistin û bera wan dan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button