Break newsNûçeslide

HSD 98 gund li gundewarê Reqayê kontrol kirin

Yekîtî Media 12/2/2017

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de amara 9 rojan ji qonaxa sêyemîn ya operasyona Hêrsa Ferêt belav kir û ragihand ku, di 9 rojan de 124 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Odeya Operasyona Hêrsa Feratê yê kontrolkirina Reqayê di daxuyaniyekê de ragihand, qonaxa sêyemîn li gor plana ku hatiye dariştin, bi serkeftin derbas dibe û armanca xwe ya sereke ya jinavbirina hêlên pêşî yên bergîriyê yên DAIŞê li aliyê bakur û rojhilatê Reqayê cibicî kir.

HSDê amaje bi wê yekê kir, di 9 rojan de 700 k.m çargoşe û 98 gund û baxçe li bakurê rojhilatê Reqayê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button