NûçeslideUncategorized

Emandariya ENKS civata xwe ya normal li darxist

Yekiti Media

Emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriya ENKS roja Yekşemê

li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal li darxist.

Silêman Oso endamê emandariya giştî ya ENKS ji malpera Yekîtî Mîdiya re

ragihand ku civata wan çalakiyên xwecihiyên ENKS di heyva Avdarê de nerxand

û di heman mijarê de civatê kiryarên çekdrên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD li

dijî alîgirên Encumanê di roja Jinê û 12 Avdarê de şermezar kir.

Oso  diyar kir ku civatê karê nivîsgeha têkilyên derve û ya serokatiya ENKS û

dîdarên wan li gel berpirsên Oripî û Emerîkî gengeşe kir û civatê ragihand ku

divê ev dîdar berdeam bin û welatên zûlhêz ji mafê gelê Kurd li Sûriyê piştgirbin.

Endamê emandariya giştî ya ENKS ragihand ku civatê tekez kir ku pêwîste li

herêma rojhilatê Ferat herêmeke aram di bin serperştiya Netewên Yekbûyî de bê

avakirin û azmûna Efrînê neyê dûbare kirin.

Tê zanîn ku civatê xwecihiyên ENKS agahdar kiri ku pêwîste di çalakiyên xwe

de berdewam bin û bi taybet simînarên cemawerî li darxin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button