NûçeslideUncategorized

Ciwanekê kurd li Qamişlo hatiye windakirin

Yekiti Media

Ciwanê kurd bi navê Keder Cimaa berî heftiyekê li bajarê Qamişlo wenda bûye û tu agahî li ser wî tunene.

Ariya Cimaa dayika Keder û endama emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji malpera Yekîtî Mîdiya re ragihand ku kurê wê xwendkarê kolîca endezyariya pitrole li Dêra Zorê û wî serdana Qamişlo kiribû berya cejna Newrozê û ew piştî bi çend rojan windabû û tu agahiyên wan li ser wî tuneye.

Cimaa diyar kirk u wan serdana hemû aliyên ewlkariyê yên bi ser PYD ve û yên rêjîmê jî kirine lê herdû aliyan tu agahî li ser çarenivîse kurê wê ta vê gavê radestî wan ne kirne.

Tê zanîn ku Keder Cimaa ji dayikbûna  1997 li bajarê Qamişlo û xwendkarê kolîca pitrol ya znîngeha Ferat li bajarê Dêra Zorê bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button