Gotarslide

Def û zirne li Reqayê û dîlan li Kobanî

Imer Kalo

Dûrî slogan û berjewendiyên siyasî yên girêdayî şerê li dijî rêxistina DAIŞê li dor hêla herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê, ragihandin û destpêkirina operesyonên Hêzên Sûriya Demokratîk bi erêkirin û piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê, bi kêfxweşî û razîbûnê ji aliyê xelkê Kobanî ve hatin pêşwazkirin, ji ber ku xelk bawer e ku ew operesyon di berjewendiya kurdên Kobanî û Munbic û Reqayê û Til Ebyed – Girê Spî de ne, û dê aramiyekê li cem xelkê Kobanî çê bikin û dê hinekî ji mirin û metirsiya DAIŞê dûr bikevin.

Ji destpêka şoreş û kirîza Sûriyê ve, li Rojavayê Kurdistanê, xelkê Kobanî êş û baca herî mezin daye, û bi herêmên Kurdî yên din re, bi Cizîr û Efrînê re nayê beranberkirin.

Bajarê Kobanî di encama êrîşa rêxistina DAIŞê di Îlona sala 2014an de û şerê ku derdora 4 mehan di nava bajarê kobanî de berdewam kiribû, ziyaneke mezin gihandibû bingeha avahî û aboriya Kobanî, û tevahiya xelkê Kobanî ji ber şer koçberî welatên derve bibû, û wî şerî hîşt ku derdora nîvê xelkê Kobanî ta vê demê jî venegere welatê xwe, û bê guman beşk jî wê bi carekê de venegere, bi taybetî hilbijarteya wê ya zana û xwenda.

Pêş êrîşa rêxistina DAIŞê di Îlona sala 2014an de jî, Kobanî ji Tîrmeha sala 2013an de ji 3 aliyan ve, ji aliyê hêzên îslamî yên radîkal ve û piştre ji aliyê DAIŞê ve hatibû dorpêçkirin, ava vexwarinê û eliktiriîk, pêdiviyên xwarin û vexwarinê ji ser hatibûn qutkirin. Xelk li ser riyên çûn û hatinê dihatin girtin ku ta vê demê jî hîn bi sedan sivîlên ji Kobanî li cem DAIŞê girtî ne, ango ev bû demeke dirêj ku xelkê Kobanî baca şoreş û kirîza Sûriyê dide. Herwiha ji ber belayên ku hatin serê xelkê û perîşanî û wêraniya ku dîtin, lewma xelk ji dûrektina DAIŞê ji sînorê Kobanî kêfxweş dibe û hinekî tirs ji dilê wan derdikeve.

Xelkê Kobanî westiya ye û dixwaze tenê can û zarokên xwe ji mirinê û DAIŞê û yên wek wê biparêze û rihetiya xwe bibîne, û bi pariyê dev û nanê zikê xwe mijûl dibe. Di vê qonaxê de xelk wekî berê bi sloganên siyasî ve pir mijûl nabe, û êdî ew têgihştiye ku çareseriya kirîza Sûriyê ne di destê xelkê Sûriyê de ye, ne oposizyon û ne jî rêjîma Sûriyê dikarin xelkê ji vê gêjkerînkê derxînin, û xelk dizane ew hêz jî wekî kombars di kirîzê de rola xwe dilîzin û li gorî berjewendiyên navdewletî tenê lîstikvanên dirêjkirina temenê vê kirîzê xuya dikin û nikarin biryarên çarenûsî bistînin.

Ango ji ber êş û astengiyên ku xelkê Kobanî di çend salên borî de ji dest rêxistina DAIŞê dîtibûn, dema ku def û zirneya şer li dijî DAIŞê li Reqa û Munbicê lêdikeve, xelkê Kobanî di hindir malên xwe de dîlan û govendê digrin, û ji berê bêhtir têr xew dibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button