Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Fermandeya Zêrevanî ya Pêşmerge: zêdetirî 30 çekdarên Daişê hatine kuştin

Yekîtî Media 3/6/2016

Ragehandina fermandeya Pêşmerge yê Zêrevanî, di ragehandinekê de ku li malpera fermî ya fermandeyê belav bûye, hurkarîyên hêrişa şeva bûrî ya hêrişa çekdarên Daişê bo ser çeperên Pêşmerge belav kirîye.

Di wê ragehandinê de hatîye, ji bilî têkşikandina hêrişa Daişê, zêdetir ji 30 çekdarên Daişê hatîne kuştin û dû otombîlên ji corê Hamer hatîne teqandin.

Her di wê ragehandinê de hatîye: Piştî serkevtina opersyûna 29-30/5/2016 ku hêza Pêşmerge şîya 9 gundan ji tîroristên Daişê paqij bike, tîroristan vîyan careka din xwe taqî bikin û demjimêr 12:25 şeva bûrî li gundên Muftî, Zehre Xatûn û Werdek tîroristên Daişê hêriş kirin ser çeperên Pêşmerge yên Zêrevanîyê, lê Pêşmergeyên qehreman bersiva hêrişên wan dan û hêriş têkşikandin û gurzek mezin bi tîrorstan kuştin.

Piştî şikestina tîroristan li wan sê gundan li demjimêr 4ê sipêdeyê li çend milan ve dîsan Daişê hêriş kir ser gundê Gezekan, dîsan Hêza Pêşmerge ew hêriş jî  têkşikand.

Her li gor wê ragehandinê, zêdetir ji 30 termên çekdarên Daişê kevtîne di destên hêza Pêşmerge de, ji bilî evê yekê jî çendîn xwekujên matorsiwar û dû otombîlên corê Hamer hatin teqandin ji alîyên hêza Pêşmerge ve.

Li ser zîyana hêza Pêşmerge jî, di ragehandinê de hatîye: fermendeyekê Pêşmerge yê Zêrevanî şehîd bûye û  7 Pêşmerge jî birîndar bûne, lê birînên wan sivkin û cihê metirsiyê nîne.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button