Break newsRaportslide

Li navenda Silêman Adê workşopek li ser beşdariya ciwanan di karê siyasî de

Yekîtî Media 3/6/2016

Îro înê 3ê Hizêranê workşopek li ser firehkirina rola ciwanan di xebata siyasî de bi dawî hat.

Rêxistina jinê ya Partiya Yekîtî ya Kurd (rojhilatî Qamişlo) ev workşop organîzekir, li navenda Silêman Adê li Qamişlo.

Bîst û pênc ciwan (xort û keç) temen 18 ta 30 salî di vê workşopê de beşdarbûn, bi armanca fêrkirina wan li ser şêweyê karê siaysî û şêweyên gengeşê û danûstandinê.

Di dawiya workşopê de, ciwanên beşdar gelek pirs arastî her sê endamên komîta siyasî ya partiya Yekîtî ( Hesen Salih – Ebdulsemed Xelef Biro – Mihemed Mistefa) kirin.

Wekû tê zanîn, piraniya ciwanên temen 18 ta 30 salî ji Rojavayê Kurdistanê naçar koçkirine, jiber sepandina leşkeriya neçar ji rex PYD ê ve.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button