Break newsNûçeslide

Hêzên Rêjîma Sûrî derbasî sînorê rêveberî yê parêzgeha Reqayê bûn

Yekîtî Media 4/6/2016

Operasyoneke leşkerî ji hêla rêjîma Sûrî ve dijî rêxistina Daiş ê li gundewarê bajarê Reqayê dest pêkir,  malpera Elmudun li ser zarê jêderekî leşkerî yê hêzên rêjîma Sûrî ragihand, ku roja pêncşemê hêzên wan bi alîkariya milîsên ( Siqûr Elsehraa û Nisûr Elzobeea ) yên bi ser partiya Sûriya ya netewî ve ji bajarokê Esreya dest bi êrîşên xwe kirin.

wê malperê diyar kir ku hêzên rêjîmê çekên giran gîhandin balafirgeha Kuwêris û bi alîkariya balafirên  Rûsî wê dest bi êrîşan bikin ji bo kontrokirina  gundê Zekiya.

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand, ku artêşa Rêjîma Sûrî û milîsên bi ser ve derbasî sînorê rêveberî yê parêzgeha Reqayê bûne, û ew bi alîkariya balafirên Rûsî bi pêş ve diçin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button